‛Em destûra ku mafên pêkhateyên Sûriyeyê paşguh dike, red dikin’

Çalakvanên Hesekê bi çalakiyekê nerazîbûna xwe li hemberî "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê ku tê de nûnertiya pêkhateyan nehatiye kirin, nîşan da.

19 adar, 2025   20:20
HESEKÊ

Çalakvanên bajarê Hesekê bi çalakiyeke protestoyî "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê ku tê de mafên pêkhateyên Sûriyeyê hatine paşguhkirin, red kir.

Bi dehan çalakvan û şêniyên bajêr li Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî bi pankartên wekî "Na ji destûra ku tê de Kurd tune ne re" û "Mafên Kurdan misogeriya yekbûna Sûriyeyê ye" kom bûn.

Di çalakiyê de çalakvan Barzan Silêman destnîşan kir ku destûr nûnertiya pêkhateyên Sûriyeyê nake bi taybetî Kurd, Suryan û Ermenan.

Silêman nerazîbûna xwe li hemberî destûrê nîşan da û got ku ew ne li gorî îrade û mafên pêkhateyên Sûriyeyê ye.

(mh/fr)

ANHA