Şengaliyan li hemberî êriş û dorpêça artêşa Iraqê dest bi berxwedanê kir

Artêşa Iraqê şeva 18’ê Adarê êrişî şervanên YBŞ’ê kir. Gel li dijî êriş û dorpêçê dest bi berxwedanê kir.

Şengaliyan li hemberî êriş û dorpêça artêşa Iraqê dest bi berxwedanê kir
19 adar, 2025   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê şeva Sêşemê êrişî şervanên YBŞ’ê kir û sê şervanan birîndar kirin.

Artêşa Iraqê piştî vê êrişî navenda bajêr dorpêç kir û tank û çekên giran li her kolanê bi cih kir.

Bi sedan leşker û polîs li herêmê hatin bicihkirin. Têketin û derketina bajêr hat girtin.

Gelê Şengalê di saetên siharê de li dijî artêşê dest bi berxwedanê kir.

Gelê Şengalê di nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê ya li Amûdê ku di navbera Şengal û Çilmêrayê de ye hatin astengkirin. Lê gel astengiyê derbast kir û gihişt navenda bajêr.

Gel bi pêşengiya jin û ciwanên Meclîsa Gel a Şengalê çûn Taxa Yermûk (Hey Yermûk) ku şervanên YBŞ’ê lê birîndar bûbûn û bi dirûşmeyan bertekên xwe anîn ser ziman.

Gel piştre berê xwe da Taxa Emin El-Wetenî. Hêzên artêşê xwest gelê li navenda bajêr dorpêç bike, lê nekarî li ber berxwedana gel bisekine. Berxwedan û alozî dewam dike. YBŞ’ê hîna daxuyanî neda.