Komîsyona Meclisa Tirkiyeyê ji bo rapora dawî dicive

Li Enqerê sibê di saet 11:00`an de Komîsyona Meclîsa Tirkiyeyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ava bû, ji bo nirxandin û dengdana li ser rewşa dawî ya raporê dicive.

Komîsyona Meclisa Tirkiyeyê ji bo rapora dawî dicive
17 sibat, 2026   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn wê bi serokatiya serokê komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş pêk were. Hevdîtin wê li Meclîsa Tirkiyeyê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên li nava komîsyonê bê lidarxistin.

Li gorî agahiyan, civîna komîsyonê ya sibe wê bibe civîna dawî.