Komîsyon wê di 1’ê Kanûnê de girtekên hevdîtina bi Rêber Apo re parve bike

Komîsyonê di 1'ê Kanûnê de bi rojeva hevdîtina bi Rêberê Abdullah Ocalan re bicive û wê girtekên ku nêrînên Rêber Abdullah Ocalan tê de cih digirin, bi endamên din ên komîsyonê re bên parvekirin.

Komîsyon wê di 1’ê Kanûnê de girtekên hevdîtina bi Rêber Apo re parve bike
26 mijdar, 2025   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, biryar da ku di 1'ê Kanûnê de bi rojeva hevdîtina bi Rêberê Abdullah Ocalan  re bicive.

Di civînê de wê girtekên ku nêrînên Rêber Abdullah Ocalan tê de cih digirin, bi endamên din ên komîsyonê re bên parvekirin.