Komeke din a iraqiyan ji kampa Holê derket

Komeke nû ya welatiyên Iraqê ku ji 148 malbatan pêk tê, ji kampa Holê derket û ber bi Iraqê ve hate şandin.

Komeke din a iraqiyan ji kampa Holê derket
25 ÇILE, 2025   15:46
HESEKÊ

Di çarçoveya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariyê û Komîteya Koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, îro 148 malbatên Iraqî ku ji 578 kesan pêk tên, ji kampa Holê derketin. 

Malbat saet di 14:00’an de ji kampê derketin û di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Koalîsyona Nevneteweyî de ber bi xaka Iraqê ve ketin rê.

Di 8`ê Çileyê de koma yekem a welatiyên Iraqê ku ji 193 malabatan (715 kes) pêk dihat, ji kampa Holê ber bi Iraqê ve hatibûn veguhastin.

(k)