Koçberên Serêkaniyê ji NYˊyê re: Vegera ewle misoger bike

Koçberên Serêkaniyê bang li NYˊyê kir ku bi erkên xwe rabe û vegera ewle û dilxwaz a koçberan misoger bike.

6 cotmeh, 2025   14:53
QAMIŞLO

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina berdewamkirina dagirkirina bajarê Serêkaniyê û daxwaza bidawîkirina êşên koçberan û misogeriya vegera ewle li warên xwe, li pêş navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê çalakiyek organîze kir. Di çalakiyê de bi sedan koçber û şêniyên ji tevahî herêmên kantona Cizîrê hebûn.

Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên komîteyê yên di salvegera 6ˊan a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de pêk tê. Di çalakiyê de encamên kampanyaya komkirina îmzeyan ku vê dawiyê li kamp û navendên koçberan dest pê kirin, hatin aşkerakirin.

Piştre peyamek bi zimanê erebî û kurdî hat xwendin. Endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Hemed Ebdî û Fatme Mihemed peyam radestî navenda NY’yê kir.

Di peyamê de hat gotin ku komîteyê bi hevkariya meclisên xwecihî yên li kampan kampanya komkirina îmzeyan a ku di nava şêniyên Serêkaniyê de ku bi darê zaroê ji 2019ˊan ve koçber bûne bi dawî kir. komîteyê zêdetirî 10 hezaran îmze kom kirin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya Tirkiyeyê û siyasetên wê yên guhertina demokratîk hatin redkirin û hate diyarkirin ku ji mafê koçberan re ku bi awayekî ewle, di bin çavdêriya navneteweyî de vegerin warên xwe.

Kesên îmze kiriye gelek daxwazên bingehîn kirin: Bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji herêmên Serêkaniyê re, rawestandina siyaseta guhertina demografîk û maf ji nû ve li xwediyên wan ên rewa werin vegerandin, êisogeriya vegera ewle û dilxwaz ji koçberan re, danîna mekanîzmayeke navneteweyî ji bo parastina kesên vedigerin û tawîzdana kesên zirar dîtine.

Di peyamê de ku ji sekreterê giştî yê NYˊyê Antonio Guterres re hatiye şandin, banga li Komîteya Rêxistina Navneteweyî hat kirin ku gavên pratîkî yên ji bo bidawîkirina zehmetiyên deh hezaran koçberan biavêje û hat destnîşankirin ku berdewama dagirkeriyê û nebûna planeke navneteweyî ya zelal krîza mirovahiyê û siyaseta li Sûriyeyê dirêj dike.

Di peyamê de de hat xwestin ku li gorî peymana 10ˊê Adarê vegera koçberan were misogerkirin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî werin derxistin, mekanîzmayeke navneteweyî ya aktîf ji bo çavdêrkirina binpêkirin û parastina şêniyên vedigerin were danîn, tawîz ji bo kesên zirar dîtine re were dayîn, ji nû ve binesaziyên li herêmên wêrankirî werin sererastkirin.

Di dawiya çalakiyê de, Komîteya Koçberên Serêkaniyê peyama nivîskî radestî nûnerên NYˊyê yên li Qamişloyê kir. Di peyamê de xwestekên koçberan, mafên wan ên rewa yên vegera li herêmên xwe hene.

(fr)

ANHA