Koçberên ji Efrîn û Şehbayê û êş û azarên koçberiyê

Çîrokên kesên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê û bajarê Helebê koçber bûne, êşa wan û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, nîşan didin. Tevî hemû êşan jî hêviya wan a avakirina siberojeke baştir kêm nebûye.

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê û êş û azarên koçberiyê
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê û êş û azarên koçberiyê
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê û êş û azarên koçberiyê
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê û êş û azarên koçberiyê
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê û êş û azarên koçberiyê
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê û êş û azarên koçberiyê
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê û êş û azarên koçberiyê
10 kanûn, 2024   04:10
REQA
DÎMA MIHEMED

Şêniyên ji kantona Efrîn û Şehbayê û bajarê Helebê ku bi darê zorê koçber bûne, êş û derdên xwe yên ji ber koçberkirina bi darê zorê û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker vedibêjin.

KOÇBERIYA DUYEMÎN

Fethî Ehmed yek ji şêniyên ji kantona Efrînê û Şehbayê ye, têkildarî kiryarên koçberkirina bi darê zorê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser erdnîgariya Sûriyeyê pêk tên, axivî û wiha got: "Em gelê Efrînê, me xwe sparte Helebê bi hêviya vegerê ji bo Efrînê, lê em dîsa bi destê çeteyên dagirkeriya Tirk koçber bûn. "

Ehmed diyar kir ku rêwîtiya koçberiya wan a duyem gelekî bi êş bû, ji ber ku 2 rojan di şert û mercên giran de dewam kir û bû sedema mirina zarok û kal û pîran. Ehmed wiha dewam kir: “Welatiyekî nikarîbû zor û azarên ku li me hatibûn kirin ragire, ji ber wê jî bi guleyekê dawî li jiyana xwe anî.”

Ehmed di berdewama axaftina xwe de got: “Mirov carekê dimire, lê em her saniye dimirin, ji ber zilm û êşên ku me kişandine.”

ÇETE BÊRÊZIYÊ LI KOÇBERAN DIKIN

Koçberê ji Efrîna dagirkirî Elî Ebdilqader ku li bajarokê Ehras ê Şehbayê rûdinişt, der barê mijarê got: "Malbata me ji 11 kesan pêk tê, ji aliyê çeteyên terorîst ve neçar man ku ji malên xwe derkevin. Sema karwanê koçberan ber bi kantonên Tebqa û Reqqayê ve bi rê ket, em rastî cureyên herî hovane yên bêrêziyê û gotinên kirêt ên çeteyan hatin. Ji me re digotin “Ji axa me derkevin”. Ma em ne xwediyê axê ne, çawa dikarin ji me re vê bibêjin?”

Ebdilqadir diyar kir ku rêwîtiya wan bi gihaştina kantona Tebqayê bi dawî bû û Rêveberiya Xweser ew li stargehên ewle bi cih kirin.

PLANÊN QIRKIRINÊ

Koçbera ji Şehbayê Zeyneb Welîd jî li ser neheqiya ku li gelê Kurd tê kirin axivî û got: "Tu ferq di navbera Kurd, Ereb û xiristiyanan de nîn e. Me çi sûc kiriye ku em bi darê zorê ji malên xwe bêne derxistin? Ji dema koçkirina min a yekem ji Efrînê heta îro min bersiva vê pirsê nedîtiye. Ma em ne gelê Sûriyeyê ne, wekî ku dibêjin welat ê hemû gelê Sûriyê ye, çi Kurd û çi Ereb, xiristiyan, durzî yan şîe?”

BIRYARDARIYA BERXWEDANÊ

Zeyneb destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo hemû pêkhateyan herêmeke ewle ye û wiha got: "Rêveberiya Xweser bê cudahî pêşwazî li her kesî kir û em spasiya xebatên wê dikin.”

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vîna şêniyên Efrînê ji bo vegerê jî û got: "Efrîn a me ye, tevî hemû şert û mercên dijwar jî em ê ji rizgarkirina Efrînê bi hêzên xwe re bibin yek, em ê doza azadkirina rêberê xwe Abdullah Ocalan bikin û ji bo azadî û rûmeta xwe tê bikoşin.”

(k)

ANHA