Di vê pêvajoyê de girîngiya şerê gel ê şoreşgerî

Di rewşa heyî de ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, girîngiya pêkanîna rêgeza şerê gel ê şoreşgerî wek modeleke xweparastinê xwe ferz dike.

Di vê pêvajoyê de girîngiya şerê gel ê şoreşgerî
10 kanûn, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN 
HESEN REMO

Sûriyeye bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê wê bi taybetî, di rewşeke awarte de ne, rojane guhertinên bilez çêdibin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hin alî hewl didin sûdê ji van guhertinan bigirin û herêmê dagir bikin. Êrişên domdar ên li kantona Minbicê jî vê yekê piştrast dikin. Ji ber van guhertin û hewldanên dagirkeriyê, girîngiya şerê gel ê şoreşgerî derdikeve holê.

TÊGEHA ŞER Ê GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Şerê gel ê şoreşgerî stratejiyek e ku li ser esasê beşdariya berfireh a gel di têkoşîna siyasî û leşkerî de ya ji bo armanca parastina mafan û bidestxistina guhertinên civakî û siyasî, hatiye avakirin.

Di şerê gel ê şoreşgerî de tevahî beşên civakê bi karker, kedkar, jin û hwd, li hemberî rûbirûbûna pirsgirkên ewlehî, aborî û siyasî seferber dibin.

Şerê gel ê şoreşgerî têkoşîneke çekdarî tenê nîn e, modeleke têkoşîneke topyekûn a gel e ku armanca wê rizgarkirina civakan ji despotî, dagirkerî û kedxwariyê ye. Her wiha şerê gel ê şoreşerî wek têgeh, rizgarkirina civakî û bîrdozî ya ji bo avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî ye.

LI HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ GIRÎNGIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de ya di bihara 2011ˈan de dest pê kir, xeta sêyemîn hilbijart. Gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên wê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwe bi rêxistin kir, saziyên xwe yên civakî, ewehî, leşkerî perwerde, xizmetguzarî, siyasî û hwd ava kirin û herêmên xwe ji çeteyan rizgar kirin û di oxira vê de zêdetirî 12 hezar şehîd û zêdetirî 22 hezar birîndar dan.

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dîsa jî dewam dikin. Dewleta Tirk jî hem bi artêşa xwe, hem bi çeteyan xwe û hem jî bi şaneyên xwe yên li herêmê xistine nava tevgerê û hewl dide vê projeyê têk bibe, fitneyan derxe û yekitiya gel ji holê rake. Şerê gel ê şoreşgerî û seferberiya giştî ya tevahî pêkhateyên civakî, dikarin pêşî li van hewldanan bigirin.

ROLA PÊŞENG A JIN Û CIWANAN

Di şerê gel ê şoreşgerî de rola jin û ciwanan pêşeng e. Ev jî rola wan di civakê de xurttir dike û dînamîkeke civakî ya li ser esasê wekhevî û beşdariya çalak ava dike.

Aşkera ye ku bêyî azadiya jinan civak azad nabe. Lewre jî beşdariya jinan di şerê gel ê şoreşgerî de ji bo pêkanîna guhertineke civakî ya bingehîn şert e.

ROLA KOMÎN Û MECLISAN

Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser esasê komînan hatiye avakirin. Komîn di esasê xwe de birêxistinkirina civakê ye, mîsogerkirina beşdariya çalak a şerê gelê şoreşgerî ye. Ferdên komînan erdnîgariya xwe ji gef, êriş û hewldanên destdirêjiyê diparêzin.

(bb)