Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê keysbazên bazarê bi zêdekirina bûhayan a li derveyî pîvanan welatiyan bêzar dikin. Rêveberiyên şopandina bazaran di nava liv û tevgerê ne de, lê dîsa jî pirsgirêk derdikevin.

Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin 
30 adar, 2024   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN 
RÊNAS REMO-EHMED EL ESAF

Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bilî êrîşên komên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker, bi salane dijî dorpêçan jî têdikoşe. Rêveberiya Xweser hewl dide bi berhemên herêmî pêdiviyên jiyanî yên welatiyan peyda bike. Yên ku li herêmê peyda nabin jî, bi derfetên sînordar di çend deriyên sînor ên vekirî de tên anîn. 

Li aliyekê ve ev hewldan didomin, li aliyê din keysbazên bazaran û bazirgan dixwazin ji vê yekê feyde bigirin, welatiyan bişelînin, qezencek neheq bidest bixin. Di demên dawî de nirxê lîreyê Suriyeyê li beramberî dolar kêmtir dibe, ev jî giraniyek didin dide bazara herêmê.

KEYSBAZ DI KEMÎNÊ DE NE

Rêveberiyên şopandina bazaran kontrolên xwe zêde dikin û hewl didin ku pergalek bê rûniştandin. Lê keysbaz jî ranawestin.

Li sûkên bajaran bûhayên kel û pelan li hemû dikanan wekî hev nîn in. Bi taybetî di meha Remezanê de buhayê madeyên xwarinê li hinek cihan zêde dibe, her dikanek bi nirxekî difiroşe. Dikandar hincetên wekî “Dolar zêde bûye, tişt ji derve bi buha tên” nîşan didin, lê êşa wê welatî dikişînin.

WELATÎ: FERQ GELEKÎ ZÊDE YE

Şêniyê bi navê Heysem Seîd Xelîl ê ji Dêrikê diyar kir ku ew ji ber bihabûna kel û pelan zehmetiyan dikişînin û destnîşan kir ku her dikanek bi kêfa xwe difroşe û hin caran ferqa buhayê di navbera dikanan de digihêje 5 hezar lîreyî.

Heysem got: “Mînak kîloya birinc li dikanekê bi 13 hezar lîre, lê dikaneke din bi 15 hezar lîre tê firotin”.

Heysem xwest komîteyên şopandinê erka xwe baştir pêk bînin û rê li ber keyspaziyê bigirin.

DIKANDAR: BAZIRGAN BUHAYAN DIYAR DIKIN

Beşîr Silêman ku li sûka navçeya Tirbespiyê dikana wî heye bal kişand ku bûhayê tiştan ji aliyê bazirganên ku madeyan ji derve tînin ve tê diyarkirin.

Beşîr Silêman got: "Min birinc bi 13 dolar ji bazirgan kirî, roja piştî wê lîsteyek din şand û got bi 14 dolarî (Dolarek bi 14 hezar û 400 lîreyê Suriyeyê ye) ye. Em jî şaş mane bi kijan nirxê bifroşin şêniyan.”

GERÎNENDETIYA ZEMHÊR: EM JI BO PERGALÊ XEBATA XWE ZÊDE DIKIN

Li gorî agahiyên ku rayedarên Gerînendetiya Zemhêr a Kantona Cizîrê dane ANHA’yê, komîteyên wan çavdêriyên bazarê zêdetir kirine, di vê çarçoveyê de buhayên goşt û sebzeyan li gorî pîvanekê diyar kirine, ji bo madeyên xwarinê jî vê xebata xwe bi lez didomînin.  

KOMÎTEYA ÇAVDÊRIYA EYN ÎSA: EM DIŞOPÎNIN

Endamê Komîteya Çavdêriya Zemhêr a navçeya Eyn Îsayê Ehmed Îsmaîl destnîşan kir ku çavdêriya wan a li ser firin, stasyon, xwaringeh, dikanan didome û hewl didin pêşiya keysbazî bigirin. Ehmed da zanîn ku ew lîsteyên buhayan kontrol dikin, eger ev lîste nebin, ew derbarê bazirganan de biryaran digirin û madeyên demborî jî tune dikin.

BUHAYÊ GOŞTÊ MIRÎŞKAN HAT DIYARKIRIN

Keysbazên ku dixwazin li gorî keyfa xwe şekil bidin bazarê, kiloya goştê mirîşkan derxistibû 55 hezar lîreyê Suriyeyê. Lewre Nivîsgeha Parastina Serfkaran 26’ê Adarê (2024) buhaya kiloya mirşîkan diyar kir. Li gorî vê yekê kîloya mirîşka serjêkirî û paqijkirî li Tebqa, Minbic û Reqayê wekî 38 hezar lîre, kîlo mirîşka sax jî wekî 30 hezar lîre diyar kir. Ji bo Kobanê, kantonên Cizîr û Dêrazorê jî kiloya mirîşkê wekî 30 hezar û 750 lîre hat diyarkirin.

WELATÎ: BARÊ ME GIRAN E

Şêniyê bi navê Hesen Mihemed ê ji bajarê Reqayê destnîşan kir ku keysbazan kîloya mirîşkan beriya diyarkirina bûhayê wan, bi 2 qat zêdetir difirotin û got ku ev nayê qebûlkirin.

Xaldiye El Dêv a ji gundewarê Reqayê jî got: "Sebze, goşt, mirîşk, her tişt biha ye. Ev barê me giran dike."

Gelek şêniyên li nava bazarê jî bal kişandin ku dema zabiteyên şaredariyan di nava sûkê de digerin, dikandar tiştan li gorî lîsteyên hatine diyarkirin difroşin, lê dema zabîte diçin, bi dilê xwe difroşin. Welatiyan bang li rayedaran kirin kontrolan zêdetir bikin. 

RÊVEBERIYA ŞOPANDINÊ YA REQAYÊ: WÊ QANÛN WERE PÊKANÎN

Endamê Rêveberiya Parastina Serfkaran û Şopandina Bazarê ya Kantona Reqayê Mihemed Ebdulhemîd diyar kir ku ew hewl didin rojane sûkên bajar û gundewaran kontrol bikin û got: “Bi hatina Remezanê re kîloya mirîşkan ji nişkan ve zêde bû. Me jî lîsteyek derxist ji bo ku vê rewşê kontrol bikin. Her firoşkarekî/e li gorî vê lîsteyê tiştan nefiroşe, dê li gorî qanûnê bê cezakirin û heke dubare bibe, wê dikan bê girtin.”

(şx/a)

ANHA