Kesayeta welatparêz Celal Hecî Xelîl wefat kir

Celal Hecî Xelîl ê bavê du şehîdan e û li tevahiya kantona Cizîrê têkoşîn kiriye, îro wefat kir.

Kesayeta welatparêz Celal Hecî Xelîl wefat kir
16 nîsan, 2025   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesayetê welatparêz Celal Hecî Xelîl îro di 70 saliya xwe de wefat kir. 

Celal Hecî Xelîl ji gundê Etebê (25 km li bakurê rojhilatê bajarê Tirbespiyê) ye. Bavê şehîd Bahoz Bakok û rojnamevanê şer Heqî Bagok e ku 25’ê 2017’an di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Qereçoxê de şehîd bibû. Celal Hecî Xelîl ji kesayetên destpêkê bû ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava refên tevgerê de têkoşîn kir.

Celal Hecî Xelîl ku di sala 1994’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştibû, di hevpeyvînekê li gel ajansa me qala wê hevditinê dike û dibêje "Rêber Abdullah Ocalan şîret li me kir ku em civakeke şoreşgerî ava bikin. Her wiha rexne li kesên gotibûn eşîrên me ne welatparêz nin in, kiribû û digot, gelo em kesayetên welatparêz ji Fransa û Brîtanyayê bînin! Divê em civaka xwe li ser esasê têkoşîna nîştimanî ya şorşgerî ava bikin."

Celal Hecî Xelîl yek ji rûspiyên kantona Cizîrê ye, roleke mezin di belavkirina hezkirin û aştiyê di navbera pêkhateyên herêmê de lîst. bi Şoreça 19’ê Tîrmehê de Celal Hecî Xelîl cihê xwe di nava saziyên civakî de, wekî Komîteyên Lihevanînê de digirt.

Cenazeyê Celal Hecî Xelîl vê sibehê (16 Nîsan 2025) li gundê Şîdkayê hat definkirin.

(bb)