Karwanê Heyva Sor careke din hewl dide ku xwe bigihîne Şêxmeqsud

Heyva Sor a Kurd ku duh xwestibû bi 15 seyareyan derbasî Şêxmeqsud û Eşrefiyê bibe, lê hatibû astengkirin, îro careke din ket nava hewldanê. 

Karwanê Heyva Sor careke din hewl dide ku xwe bigihîne Şêxmeqsud
Karwanê Heyva Sor careke din hewl dide ku xwe bigihîne Şêxmeqsud
Karwanê Heyva Sor careke din hewl dide ku xwe bigihîne Şêxmeqsud
Karwanê Heyva Sor careke din hewl dide ku xwe bigihîne Şêxmeqsud
10 ÇILE, 2026   15:29
TEBQA

Heyva Sor a Kurd duh bi 15 seyareyan derketibû rê, lê li deriyê Dêrhafir ên di nava Herêma Rêveberiya Xweser û komên çeteyan de, ji aliyê çeteyan ve hatibû astengkirin. 

Ekîbên Heyva Sor îro sibehê careke din ber bi bajarê Dêr Hafer ve çûn da ku xwe bigihînin birîndarên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

Endamên Heyva Sor li xaçerêya Tebqayê kom bûn û ber bi Dêr Hafer ve birê ketin.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Li gorî hevrêziya berdewam a bi Xaça Sor û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyê re, diviyabû duh hejmarek birîndar ber bi xala kontrolê ya Dêr Hafer a di be sînorê Hikûmeta Demkî û Rêveberiya Xweser ve hatibana veguhestin. Em saet 18:00’an çûn Dêr Hafir û diviyabû em birîndaran qebûl bikin, lê paşê ji me re hat gotin ku veguhestin pêk nayê."

Dilgeş Îsa da zanîn ku ew bi Xaça Sor re ketine nava pêwendiyê, lê veguhastina birîndaran ku hewceyê mudaxeleya bijîşkî ya bilez bûn, pêk nehatiye, ji ber vê yekê çar birîndaran jiyana xwe ji dest daye. Niha li tekane nexweşxaneya Şêxmeqsud ango Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir rewşek mirovî tê jiyankirin.

Dilgêş Îsa destnîşan kir ku hewldanên wan didomin û bang li saziyên navnetewî kir ku alîkariya wan bikin da ku karibin xwe bigihînin Şêxmeqsud.

Ekîbên Heyva Sor niha li Dêrhafir radiwestin.

(ekip)

ANHA