Karwana sêyemîn a alîkariyê ya NY`ê gihîşt Siwêdayê

Karwana sêyemîn a alîkariyê, ku ji hêla Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye şandin, gihîşt Siwêdayê.

Karwana sêyemîn a alîkariyê ya NY`ê gihîşt Siwêdayê
2 îlon, 2025   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwana sêyemîn a alîkariyê, ku ji hêla Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ve hatiye şandin û ji 22 kamyonan pêk tê, tevî şandeyek Neteweyên Yekbûyî, îro sibê, roja Sêşemê, gihîşt Siwêdayê.

Bi şandina vê karwanê re, karwaneke sotemeniyê jî ji bo peydakirina pêdiviyên xlkên bajêr û gundewaran, tê amadekirin.

Karwana yekem bi rêya deriyê Busra El Şam derbas bû, karwana duyem û sêyem ji rêya Şam-Siwêdayê derbas bû. Piştî girtina deriyê Busra El Şam, ku ji bo derbasbûna karwanên bazirganî dihat bikar anîn, tenê niha rêya Şam-Siwêdayê vekirî ye.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) hefteya borî li başûrê Sûriyeyê dest bi hewldaneke awarte kir, ji bo gihandina xwarinê bo şêniyên Siwêdayê û malbatên ku ji bûyerên dawî bandor bûne.

(k)