Karkeran li dijî biryarên desthilata Şamê rabûn

Li Heleb û Laziqiyê karker li dijî biryara desthilata Şamê ya dûrxistina wan ji kar rabûn.

Karkeran li dijî biryarên desthilata Şamê rabûn
23 sibat, 2025   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Helebê hejmarek karker li dijî biryara desthilata Şamê ya dûrxistina wan ji kar çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di çalakiya îro li ber avahiya Yekitiya Karkeran hat lidarxistin de biryara dûrxistina karkeran ji kar hat şermezarkirin. Bang li aliyên têkildar jî hat kirin ku biryarê di ber çavan re bigirin û edaletê ji bo karkeran pêk bînin.

Karkerên pankartên şermezarkirina biryarê vekirin, teqez kirin ku biryara dûrxistina wan  ji kar bê hincet e, gefan li jêdera debara wan dixwe û rewşa wan aboriyê lawaztir dike.

 Li bajarê Laziqiyê jî karkerên benderan, gumrik û veguhestina deryayî yên ji kar hatine dûrxistin çalakiyek protestoyî li ber avahiya Yekitiya Karkeran li dar xist.

 Di çalakiyan de pankartên bi nivîsên "Em ne ji bo temankirina hejmar in, em dixwazin welatê xwe ava bikin" hatibûn vekirin.

(bb)