Parêzeran ji bo mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan serlêdana Konseya Ewropayê kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan daxwazname pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.

Parêzeran ji bo mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan serlêdana Konseya Ewropayê kir
9 nîsan, 2026   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 15-17’ê Îlona 2025’an de mijara mafê hêviyê ya Rêber Apo xistibû rojeva xwe û ji bo pêkanîna mafê hêviyê heta Hezîrana 2026’an wext dabû dewleta Tirk. 

Îro parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan daxwazname da Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê.

Li gorî agahiya ku Parêzeran da ye me di bin 4 xalan de daxwazname pêşkêş kir.

1-Hikumetê heta roja îro li gorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya bi navê Ocalan hêjmar 2 (girêdayî madeya 3’emîn a DMME’yê ye, ji bo mafê hêviyê bidin girtiyên ku cezayê muebeta girankirî lê hatine birîn) tu gav neavêtine. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku di civîna 1537’an a komîteya we de, ew pêşniyar biryara hişyariyê ya ku we ji bo Tirkiyeyê kiribû dîsa bê çêkirin û eşkerekirin.

2-Der barê tedbîrên giştî de tevî ku di navberê de zêdetirî 12 salan derbas bûye jî, gav nehatine avêtin. Jİ ber vê yekê li gorî madeya 46/4 (Eger dewletek ku peymana DMME’yê îmze kiribe û pêk neyîne, piştî serlêdanan divê Konseya Lijneya Wezîran a Komîteya Ewropayê ji bo tespîtkirina vê binpêkirinê prosedurek tespîtkirinê bide destpêkirin) ya hevpeymanê pêwîst e pirosedûra binpêkirinê bê destpêkirin.

3-Hikumeta Tirkiyeyê li gorî rêgezên di biryarên DMME’yê de hatine diyarkirin, di hiqûqa Tirkiyeyê de bêyî ku cudahiyan bike li gorî sûcên diyarkirî qanûnên serbestberdanê pêk bîne, qanûnên ku li hemberî vê dibin asteng jî biguhere. Der barê vê mijarê de jî bang li hikumetê bê kirin.

4-Doza Tirkiyeyê ya ku bi navê Koma Gurban tê naskirin, bê bihêzkirin û di çarçoveya prosedûrê de bimîne.

(bî)

ANHA