Jinên Kantona Firatê: Em ê 8`ê Adarê bikin roja têkoşîn e

Jinên Kantona Firatê diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bibe ew ê li ser piyan bin.

Jinên Kantona Firatê: Em ê 8`ê Adarê bikin roja têkoşîn e
9 adar, 2025   13:26
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

jinên Kantona Firatê diyarkirin ku ew ê heta Azadiya fizikî ya Rêber Apo bê misoger kirin we li qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin.

Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê Avaşîn Misto diyar kir ku 8`ê Adarê li tevahî Jinên Cîhanê û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: “bi rêka heyetê ji îmraliyê çar gulên Nêrgizê bi boneya 8`ê Adarê diyarî hatin jin ji van çar nergîzan kêfxweşbun. her wiha nameya Rêbertî cihê hezkirinê û rêzdariyê ye.”

Avaşîn anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan jin ji tarîtiyê derxist û wiha got: “Rêbertî  em ji tarîtiyê derxistin. Em ê jî bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin, roja 8`ê Adarê bikin roja têkoşînê da ku hemû rojên me bibin roja berxwedanê.”

Rêveberiya navenda Piskolojîk a bajarê Kobanê Xûnav Bozan da zanîn ku 26 sale Rêber Abdullah Ocalan di nava çar dîwaran de têkoşîn dike û wiha got: “Rêber Apo bi hemû hêza xwe di nav çar dîwaran de têkoşîn dike. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoş in.”

Xûnav destnîşan kir ku ew ê weke jinên Kurd, Ereb, Sûryan û tevahî jinên Cîhanê ew ê roja 8’ê Adarê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û dixwazin di rojên pîroz de Rêber Abdullah Ocalan bi dil û can hembêz bikin.

Rêveberiya Rêxistina Sara Semîre Ehemed jî 8`ê Adarê li tevahî jinan Cîhanê û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt anî ser ziman: “Jin bi saya ji Rêber Apo bû xwedî bawerî û têkoşîna xwe xurtir kir.”

ANHA