Hejmara kuştiyên li peravên Sûriyeyê hezar derbas kir

Hejmara kesên ku şer û pevçûnên li peravên Sûriyeyê ji duh êvarê ve hatine kuştin gihişte 1018 kesan.

Hejmara kuştiyên li peravên Sûriyeyê hezar derbas kir
9 adar, 2025   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Sûriyeyî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku ji duh êvarê ve hejmara kuştiyên şer û pevçûnên li herêmên beravên Sûriyieyê gihîştiye zêdetirî 1018 kesan.

SOHR `ê diyar kir ku di nav kuştiyan de "745 sivîl hene, her wiha 125 endamên Ewlekariya Giştî, leşkerên Wezareta Berevaniyê û hêzên girêdayî wê û 148 çekdarên ji bermahiyên rêjîma berê jî hatine kuştin."

Li  bajarên Laziqiyê, Tertûs, Hema, Baniyas û Cebelê şer û pevçûn di navbera hêzên desthilata Şamê û çekdarên xwecihî de rû dide. Heta niha bi sedan kes û sivîl jî di nav de hene hatine kuştin.

(k)