Jinên ji herêma Firatê: Em sîstemeke bêyî hebûna jinan qebûl nakin

Jinên ku tev li hevdîtina jinên herêma Firatê bûn diyar kir ku divê hebûna jinan di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin û got “Em tu sîstemeke bêyî hebûna jinan qebûl nakin.”

Jinên ji herêma Firatê: Em sîstemeke bêyî hebûna jinan qebûl nakin
18 gulan, 2026   12:59
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê bi dirûşma ‘Bi vîna jina azad em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin’ komxebateke berfireh a jinan li ser asta herêma Firatê li dar xist. Li ser rola jinan a di Sûriyeya pêşerojê de, cihê wê yê di nava civakê de û parastina destkeftiyên YPJ’ê hatin nîqaşkirin. Der barê mijarê de jinan nêrînên xwe ji ANHA`yê re anîn ziman.

Emîra Hemo anî ziman ku bi hêza jinan çeteyên DAIŞ`ê têk çûn. Divê her jinek bi rengên xwe têkoşîna xwe bidomîne û jinên ku serî hildan nema dikarin serî bitewînin.

Emîne Dawûd Bozî jî da zanîn ku di hemû kêlîyên jiyanê de jinan têkoşîn û berxwedana xwe domand û wiha got: “Em wek dayikên şehîdan dixwazin hebûna jinan di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin. Dijmin her tim jinan biçûk dibîne, lê berevajî vê yekê jin hêz e û jin hebûn e.”

Esra Hec Elî jî got: "Di hemû şer û pevçûnan de jinan cihê xwe girt û heta kêliya dawiyê têkoşîn kir. Niha hikumeta demkî ji hêza jinan ditirse û ji ber vê dibêje bila hêza xwe parça bike. Lê em wek jin tu carî ranawestin.”

Zehîde Mihemed jî got jin bi salan e tê dikoşin da ku gelê xwe di nava aramî, ewlehî û azadiyê de bijîn û ev tişt anî ziman: "Hikumeta demkî ger qebûl neke, em hene û me xwe îsbat kiriye, em ê bi hêza xwe bigihêjin mafên xwe.”

Neîme Aqîl jî destnîşan kir ku ew Sûriyeyê bê jin qebûl nakin û wiha got: "Dema ku sîstemek bê jin be, wê demê wê ew sîstem tavilê hilweşe. Jinên Kurd ji ber tevahî jinan ve têkoşîn kir û li ber xwe dan, ji cîhanê re dan îsbat kirin ku hin hêza civakî ye û jin parastina civakê ye. Em tu sîstemê bêyî hebûna jin qebûl nakin. Divê hikumeta demkî li xwe vegere û hebûna jin di nava Sûriyê destûra Sûriyê de misoger bibe."

(he)

ANHA