Di Roja Şehîdan de li Til Temirê şehîdên azadiyê hatin bîranîn

Di civîneke bi boneya Roja Şehîdan de şêniyên Til Temirê û malbatên şehîdan bal kişandin soza berdewamkirina xebatê ji bo parastina nirxên azadî û edaletê yên ku şehîdan ji bo wan canê xwe feda kiriye, da.

18 gulan, 2026   13:09
HESEKÊ

Bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê civînek li hola meclisê li dar xist. Bi dehan malbatên şehîdan, endamên rêxistinên civaka sivîl tev li civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Til Temirê Serbest Rêzan axivî û bal kişand ser nirxên şehîdan di wijdanê civakê de. Rêzan diyar kir ku şehîd bingeha parastina herêmê û avakirina nirxên azadî û jiyana hevbeş in.

Rêzan her wiha behsa girîngiya 18`ê Gulanê di dîroka Tevgera Azadiya Kurd de kir û ew wek rojeke ji bo bîranîna şehîdên ku di qonaxên cuda yên têkoşînê de canê xwe feda kiriye, bi nav kir.

Beşdarên civînê soza berdewamkirina xebatê ji bo parastina nirxên azadî û edaletê yên ku şehîdan ji bo wan canê xwe feda kiriye, da.

Di dawiya civînê de sînevizyonek der barê şehîdên azadiyê de hat pêşandan.

(k)