Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir

Endamên rêxistinên siyasî û yên jinan ên beşdarî panela li Reqayê bûne da zanîn ku divê jin di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de xwedî rolek bingehîn bin.

Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
Jinan girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de gotûbêj kir
5 tebax, 2025   16:25
REQA

Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi hevkariya Ofîsa Jinan a Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Reqayê, panelek bi sernavê "Girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de" li Hola Babylon a li navenda bajêr li dar xist.

Endamên Meclisa Kobûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Weqfa Jinên Azad, Mecilsa Îdliba Kesk, Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk tev li panekê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Yekîtiya Cotkaran li kantona Reqayê Efaf El Kibi der barê wateya têgeha pêvajoya dadweriya veguhêz de axivî û da zanîn ku "Dadweriya veguhêz bersiveke civakî ya li hember binpêkirinên mafên mirovan e û armancê ew e ku mîrata êşdar a wan binpêkirinan di nav veguherînên siyasî de çareser bike. " her wiha da zanîn ku divê jin di vê pêvajoyê de hebin.

 Efar destnîşan kir ku "bêyî tevlîbûna jinan a bi bandor, dadweriya veguhêz nikare pêk were. Ji ber vê yekê, ev divê di vê qonaxê de xebatên berferh werin pêkanîn da ku jin bibin bingehîn ên pêvajoya dadweriya veguhêz li Sûriyeya nû

Beşdarên panelê jî nêrînên xwe der barê mijarê vegotin. Berdevka nivîsgeha perwerdehiyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê Fatin El Racih got "civak di veguherînên mezin re derbas dibe, û di vê qonaxa hesas de, divê dengê jinan bilind  û bihêz be. Divê jin di ne tenê mexdûr û temaşevanan be, ji ber ku jin hêmaneke bingehîn in di her pêvajoya ji nû ve avakirinê de, lewma divê ew di cihên biryadaryînê de jî hebin."

Endama komîteya perwerdeyê ya  Kombûna Jinan a Zenûbiya  Nûr El Huda got: "Jinên Sûriyeyî di şoreşê de roleke bi bandor û girîng lîstin û gelek qurbanî dan. Ji ber vê yekê, girîng e ku ew di avakirina aştiyeyê û teşekirina siberoja welêt de bi hêz bin. "

Panel bi çend biyaran bi dawî bû, ji wan biryaran: Destûrek were saskirin ku mafên jinan li ser bingehek wekhev bi mêran re garantî dike. Xebat ji bo bihêzkirina ciwanan were kirin. Avakirina komîteyan ji bo eşkerekirina sûcdarên sûcên li dijî jinan û hesabpirsîna wan. Xwendina Peymana Civakî û Têkoşîna li dijî gotara nefretê.

(k)