Jinan bajar bi rengê 8’ê Adarê xemilandine

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jinan dest bi xemilandina kolan û qadên giştî kirin.

2 adar, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantonên Cizîrê û Firatê jinan bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azad ber bi Sûriyeya Demokratîk ve" pêşwaziya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Di vê çarçoveyê de qad û kolanên giştî bi rengên 8’ê Adarê tên xemilandin û daxuyanî hatin dayîn.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê jinan pankartên dirûşma çalakiyên 8’ê Adarê, alên Meclisa Jinan, Kongra Star û rengên kesk, sor û zer li kolanên sereke û qada Jina Azad daliqandin.

EYN ÎSA

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan jî bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêxistina Sara ya bajarê Eyn Îsayê bi amadebûna bi dehan jinan hate dayîn. Rêvebera rêxistina Sara Emîna El Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê qala têkoşîna jinan a di sedsala 20’an de, şoreşa jinên kedkar ên bajarê New York ya li hember mecrên giran ên kar û dîroka ragihandina 8’ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê kir.

Emîna bal kişand ser Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ji bo parastina jinan ji hemû cûreyên tundiyê bûye remzek.

Emîne El Mehmûd di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina şoreşê li jinan kir.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî bi boneya 8’ê Adarê endamên Kongra Star dest bi xemilandina bajar kir.  Di vê çarçoveyê de kolana Azadî, kolana Şehîd Beyrem, sûka navendî ya bajar û deriyê ketina bajarê bi alên Kongra Star, HPJ, YPC-JIN û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

TIL HEMÎS

Li bajarê Til Hemîsê jî, ji aliyê endamên Kongra Star ve deriyê ketina bajar û kolanên sereke bi dirûşmên 8’ê Adarê, alên Kongar Star û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ve hatin xemilandin.

(bb)

ANHA