Ji ZEWA News peyama sersaxiyê: Dê peyamên Cîhan û Nazim zindî bimînin

ZEWA News hedefgirtina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û peyameke sersaxiyê da.

Ji ZEWA News peyama sersaxiyê: Dê peyamên Cîhan û Nazim zindî bimînin
20 kanûn, 2024   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa ZEWA Newsˋê der barê rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana ajana me (ANHA) Cîhan Bîlgîn ku duh di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn peyameke sersaxiyê da.

Di peyamê de wiha hate gotin:

"Ji Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Ajansa Nûçeyan a Hewar (ANHA) re, em têkildarî şehîdbûna her du endamên we yên ragihandinê Nazim Daştan û Cîhanê Bîlgîn ku di êrişa dijminane ya Tirkiyeyê de şehîd bûn sersaxiyê dixwazin. Ew her du di dema ku erkên xwe yên mirovî û nîştimanî bi lehengî û wefedarî pêk dianîn ku heqîqeta li gundewarê bajarê Kobanê aşkera bikin, şehîd bûn.

Şehîdbûna wan, ne tenê ji bo çapemenî û ragihandinê xisareke mezin e, lê ji bo tevahî mirovahiyê xisar e. Ji bo gotina azad û veguhastina heqîqetê ji tevahî cîhanê re Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn fedakariyên mezin pêşkêş kirin.

Di demekê de em sersaxiyê dixwazin, em bi tundî êrişên bêserûber û bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Ev sûcên ku tu cudahiyê naxin navbera sivîl û rojnamevan, zarok û mezinan binpêkirinên tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ne. Divê em li hember van sûcan bê deng nemînin.

Em ajansa ZEWA News êşên we hîs dikin û vê yekê bi we re parve dikin. Şehîdbûna van her du hevrêyên leheng nîşaneya ku gotina azad nayê têkbirin û berdêl çi dibe bila bibe heqîqet her tim parastî ye. Ew her du şehîd di rêya çapameniya azad de meşala bûn û dê her tim di dil û wijdana me de bin.

Em bawer in ku dê rihê Nazim Daşatan û Cîhan Bîlgîn sembola berxwedanê bimîne û dê ji bo domandina rêça heqîqet û edaletê îlham be. Peyamên wan nayên jibîrkirin û dê di rûmet û fedakariyê de bên neqişandin.

Bi navê tevahî karkerên ZEWA Newsˋê em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî hevrêyên wan re dixwzin. Em soz didin her du şehîdan ku dê peyamên wan zindî bimînin."

(fr)