Ji Silêman Ehmed 174 e agahî nîn e

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 174 roj e agahî jê nayê wergirtin.

Ji Silêman Ehmed 174 e agahî nîn e
15 nîsan 2024   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

174 roj e rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’.

Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 174 roj e agahî jê nayê wergirtin.