Ji şervanên jin çalakî: Çeteyek hat kuştin û pergala radarê hat rûxandin

Di çarçoveya bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tirşîrn û pira Qereqozaq de şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê çalakiyeke tolhildanê li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk li dar xist.

Ji şervanên jin çalakî: Çeteyek hat kuştin û pergala radarê hat rûxandin
1 ÇILE, 2025   17:03
NAVNEDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya bersivdayînê de çalakî li dar xist. Şervanan ev çalakî ji bo bîranîn û tolhildana şehîdên berxwedana Qereqozaq û Tişrînê pêk anî. 

Navendê diyar kir ku di vê çalakiyê de pergala radarê ya li baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Menax ê Serêkaniyê bi temamî hat rûxandin. Her wiha li gundê Um El Kêf ê girêdayî Til Temirê yê kantona Cizîrê jî çeteyekî dagirkeriya Tirk ji hêla şervanên jin ve bi çalakiyeke sekvaniyê hate kuştin.

(fr)