Ji rojnamevanên Mexmûrê daxuyaniya şermezarkirina revandina Silêman Ehmed

Rojnamevanên Mexmûrê bi daxuyaniyekê revandina Silêman Ehmed, bi tûndî şermezar kir û ev bang kir; “Em wek endamên çapemeniya azad bang dikin ku hikûmeta Iraqê bi erk û berpirsyartiya xwe rabe û kesên qanûnan binpê dikin bidarizîne û her wiha bêyî ku îdîayên bêbingeh werin nîşandan, demildest rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

Ji rojnamevanên Mexmûrê daxuyaniya şermezarkirina revandina Silêman Ehmed
3 mijdar, 2023   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 10 roj in winda ye.

Têkildarî vê yekê Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê revandina Silêman Ehmed bi tûndî şermezar kir.

Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya wargehê, bi tevlêbûna rojnamevanên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê rojnamevan Farqîn Kara ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Li her cihê ku dagirkerî, gendelî, diktatorî, zilm û çewisandin tê kirin, azadiya fikir û raman lê tê astengkirin. Kesên ku daxwaza azadiya fikirên xwe dikin jî rastî zext û êrişan tên. Yek ji beşên ku para xwe ji van êriş û zextan digire jî rojnamevanî ye, her cihê ku rojnamevan rastiyê vedibêjin û dibin çav û guhê civakê bi zext û gefên desthilatê re rû bi rû dimnînin.

Dema ku roja 25’ê Cotmehê rojnamevan Silêman Ehmed ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibû, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin û windakirin. Li gel ku têkiliyên malbatê, ji dema ku Silêman Ehmed ji deriyê Pêşxabûr ket hundirê Başûr şûnve qut bû, lê li ser wê jî PDK hetanî 6 rojan bê deng ma. Hikûmeta herêma Kurdistanê û hêzên PDK’ê jî dizanin ku Silêman Ehmed rojnemevan e û 5 sal in jî li Silêmaniyê, edîtoriya Rojnewsê ya beşa Erebî dike.

Ne tenê li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Rojava rojnamevan dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker, her wiha rojane li Rojhilatê Kurdistanê rojnamevan têne girtin, êşkencekirin û cezakirin.

Tişta ku PDK’ê kirî li gorî makezagona wan sûc e û navê Iraqê xera dike. Em ne derewên PDK’ê qebûl dikin û ne jî bêdengiya hikûmeta Iraqê qebûl dikin. Em wek endamên çapemeniya azad bang dikin ku hikûmeta Iraqê bi erk û berpirsyartiya xwe rabe û kesên qanûnan binpê dikin bidarizîne û her wiha bêyî ku îdîayên bêbingeh werin nîşandan, demildest rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ev 10 roj in tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên wergirtin.