Li Cizîrê 3 bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Hesekê 3 bikarhênerên hişbirê girtin.

Li Cizîrê 3 bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin
Li Cizîrê 3 bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin
Li Cizîrê 3 bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin
Li Cizîrê 3 bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin
3 mijdar, 2023   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê bi hekvariya endamên Têkoşîna Dijî Sûcan 23′yê Cotmehê de bikarhênerên hişbirê li taxa Tayî ya Qamişloyê girtin û li gel wan 183 gramên hişbirê û 13 hebên kaptagonê hebûn, desteserkirin.

Her wiha hêzê 22′yê Cotmehê jî firoşkarekî hişbirê li Hesekê girt û li gel wî mîqdarekî mezin ê hişbirê desteserkirin û wiha ne:

638 gramên hişbirê

10 hezar û 6 heb

Telefoneke destdanî (touch)

Telefoneke biçûk

Sîmeke MTN

Nasname û wêneyekî ji nasnameya bazirganiyê

500 hezar lîreya Sûriyeyê.

Li gorî malperê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan dike ku agahiyê li ser her tevgereke biguman bidin, da ku ev pandemê were têkbirin.

(fr)