Ji PJAK’ê peyama salvegera 22’yan: Em ê di rêya şoreşê de pêş bikevin

PJAK’ê bi boneya salvegera damezirandina xwe û sala 77’an a rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku dê 4’ê Nîsana îsal dîrokeke diyarker be û got: “Em ê di rêya şoreşê ya heybet a gelan de pêş bikevin.”

Ji PJAK’ê peyama salvegera 22’yan: Em ê di rêya şoreşê de pêş bikevin
3 nîsan, 2026   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya salvegera damezrandina xwe ya 22'yemîn û rojbûna 77'emîn a Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 22 salên PJAK'ê bi têkoşîna têr û tijî derbas bûn û salveger li gelê Kurd, malbatên şehîdan, alîgirên azadiyê û demokratan pîroz kir.

 PJAK'ê destnîşan kir ku têkoşîna li ser bingeha dilsoziya bi gelê Kurd, tevgera azadiyê ya Kurdistanê û gelên bindest dimeşîne û wê bi armanca "Jiyaneke serkeftin û azadiyê" dewam bikin. PJAK'ê bi bîr xist ku di 4'ê Nîsana 2004'an de bi armanca parastina mafên gelên bindest û avakirina jiyaneke azad a ji bo gelê Kurd ava bû.

 Partiyê damezrandina xwe weke "Jinûve vejîna gel" pênase kir û ragihand ku bi saya tevgera azadiyê ya gelê Kurd destkeftiyên girîng hatine afirandin. PJAK'ê destnîşan kir ku bi saya fedakariya kadro û hêzên gerîla gelê Kurd di nava sala dawî de gelekî bi pêş ve çû.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Saleke li li paş ma û gelê Kurd li ber siya têkoşîna tevgera rizgariyê, bi taybetî bi saya fedakariya hêzên gerîla û kadroyan destkeftiyên gelekî mezin bi dest xist û bi gaveke din nêzî azadiyê bû."