Ji pereyên genim milyonek tenê gihaşte cotkaran

Banka Çandiniyê ya Hevkariyê li Qamişlo pereyên genim li ser 65 cotkaran belav kir û her cotkarek tenê milyonek pereyên nû yên Sûrî gihaşte wan.

Ji pereyên genim milyonek tenê gihaşte cotkaran
17 tebax, 2026   14:05
QAMIŞLO

Gerînendeyê Banka Çandiniyê ya Hevakariyê li Qamişlo Ebid El Menaf El Ebas anî ziman ku şaxê Qamişloyê 65 milyon lîreyên Sûrî yê nû girtiye û li ser cotkaran belav kiriye. Her wiha ji wan cotkaran re hesab vekirine da ku di dema pêşde pereyên wan ên dîtir jî bidin.

El Ebas anî ziman ku duh (16 tebaxê) dest bi dayîna pereyan kirine û pere dane cotkarên ku 10-11-12`ê hezîranê genimê xwe anîne depoyên genim.

Têkildarî sîstema bankê El Ebas got şaxên bankê li gorî koman têne dabeş kirin, hinek ji van koman girêdayî şaxê Hesekê ne û yên dîtir (Til Hemîs, Dêrik û Til Koçber) girêdayî Qamişloyê ne.

Her wiha da zanîn Til Hemîs 65 milyon lîreyê Sûrî, Dêrik 60 milyon lîre û Til Koçber jî 60 milyon lîre girtine.

(np)

ANHA