Ji Minbic heta Dêrikê rêyên sereke tên sererastkirin 

Li Minbic, Kobanê, Reqa, Dêrazor, Qamişlo û Dêrikê rêyên xirabûyî tên sererastkirin. Li Holê jî pirsgirêka avê tê çareserkirin.

8 hezîran, 2024   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Minbicê heta Kobanê, Rêqa, Dêrazor, Qamişlo û Dêrikê, dest bi sererastkirina rêyên sereke yên xirabe ku gelek bajar û gundan bi hev ve girê didin, kir. Li her bajarekê xebat ji aliyê şaredariya wir ve tên meşandin.

KANTONA REQAYÊ 

Li Kantona Reqayê şaredariyê dest bi sererastkirina rêyên Reqa-El Hezîme, Reqa-Mensûra, Bîr El-Sûna-El-Mehmudiyê kiriye. Yek ji xebatên girîng ên şaredariyê sererastkirina rêya di navbera Dêrazor û Reqayê de ye.

Endezyar Hafiz Mihemed destnîşan kir ku rê niha gelekî xirab bûne, lewma ew destpêkê kortên nava rê çêdikin, zêdehiyan di avêjin û piştre jî dê asfaltek 6 cm stur li ser bikin.  

Mihemed da zanîn ku çêkirina rê di plansaziya 2023`yan de bû, lê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê, ev kar bi derengî xistiye.

PIRA EL-REŞÎD HAT VEKIRIN

Di çarçoveya xebatan de pira li nava bajarê Reqayê ya bi navê El-Reşîd duh (6`ê Hezîranê) bi merasîmekê hat vekirin.

MINBIC, KOBANÊ

Li Kantona Minbicê rêya Minbic-Ebû Qelqel, li Kantona Firatê jî rêya Kobanê-Sirîn tê sererastkirin. Tê plankirin ku ev xebat di demek kurt de bê temamkirin.

RÊYA QAMIŞLO-DÊRIKÊ

Yek ji xebatên girîng ên Yekîtiya Şaredariyan jî, firehkirin û sererastkirina rêya Dêrik-Qamişlo ku 90 kîlomtre dirêj e. Li gorî plansaziya yekîtiyê temamkirina vê rêya ku di Tirbesiyê, Çilaxa, Girkê Legê re jî derbas dibe, wê hêsankariyek mezin ji bo welatiyan û xizmetguzariyê çêbike.

DÊRIK

Şaredariya Gel a Dêrikê jî li gelek rêyên bajêr xebatên sererastkirinê dimeşîne. Yek ji van xebatan jî rêya Garaj-Nexweşxaneya Nîştimanî, rêya Kornîş-Qada Azadiyê ye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen diyar kir ku ji bo vê xebatê 5 hezar metrecab kevirê ziftkirî hatiye veqetandin.

HOL

Gerînendetiya Avê ya Şaredariya Gel a bajarê Holê jî li gundê Recim El Hecer stasyona ava vexwarinê ava kir. Temamkirina stasyonê dê pêdiviya avê ya welatiyan ku niha zehmetiyan dikişînin, pêşwazî bike.

(şx/a)

ANHA