Şêniyên Dirbêsiyê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê li qadan bin

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û cezayên dîsplînê şermezar kir û gotin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li qadan bin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê li qadan bin
Şêniyên Dirbêsiyê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê li qadan bin
Şêniyên Dirbêsiyê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê li qadan bin
Şêniyên Dirbêsiyê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê li qadan bin
8 hezîran, 2024   03:00
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê tecrîda  ku li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk tê şermezar kir.

Şêniya bi navê Dîlber Şemo anî ziman ku dewleta Tirk  ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe nahêle malbat û parêzer wî bibîne.

Şêniyê bi navê Ednan Mûsa Ebas jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker vîna gelan bişikîne û got. “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin em ê li qadan bin.”

Mihemed Silêman Mamo jî tecrîda ku niha li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin li dijî tevahî gelê Kurd  pîvanên mirovahiyê û navneteweyî ne. Sileman Mamo got, bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, îsbat bû ku Kurd hene.

(şx)

ANHA