Ji MAK'ê çalakî

Milîsê MAK'ê li Licê tekîneke artêşa Tirk a dagirker a li Licê bi cih kiribû îmha kir.

Ji MAK'ê çalakî
27 cotmeh, 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) di 26'ê Cotmehê saet 17:00 de li navçeya Licê ya Amedê a bakurê Kurdstanê li bejahiya gundê Derxustê ya qada Şehîd Kendal li hemberî teknîkeke dagirkeran çalakî kirin.

Di daxuyaniya MAK'ê de hate gotin: "Cîhazên teknîkî û wênekişandinê yên li qadên gerîla hatin tespîtkirin, bûn hedefa milîsên me. Di encama çalakiyê de li qadê 2 cîhazên wênekişandinê, 2 panelên enerjiyê û 2 cîhazên qeydkirina deng hatin îmhakirin."