Ji kampa Holê 55 kes ber bi warê xwe ve bi rê ketin

55 koçberên ji Heleb, Hema, Hums û Idlibê ku li kampa Holê diman, di çarçoveya biryara vegera bidilxwazî de ber bi warê xwe ve bi rê ketin.

Ji kampa Holê 55 kes ber bi warê xwe ve bi rê ketin
Ji kampa Holê 55 kes ber bi warê xwe ve bi rê ketin
Ji kampa Holê 55 kes ber bi warê xwe ve bi rê ketin
Ji kampa Holê 55 kes ber bi warê xwe ve bi rê ketin
Ji kampa Holê 55 kes ber bi warê xwe ve bi rê ketin
Ji kampa Holê 55 kes ber bi warê xwe ve bi rê ketin
26 cotmeh, 2025   13:17
HESEKÊ

23’ê Çileya îsal (2025), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vegera bi dilxwazî ya koçberên li kampa Holê bo cih û warê xwe birayrek dabû. Rêveberiyê diyar kiribû ku dema hatiye ku koçber vegerin warê xwe. Her wiha ragihandibû ku ew amade ye desteka mirovî bide koçberên ku dixwazin vegerin bajarên xwe.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Kampa Holê ya Kantona Cizîrê û hemahengiya Komîseriya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Neteweyên Yekbûyî vegera bi dilxwazî ku navê "Karwanê hêviyê" lê kiriye, bi rêxistin dike û gelek koçberan ber bi warên wan ve bi rê kirin.

Rêveberiya kampê û komîseriyê îro  vegereke din a bidilxwazî bi rêxistin kir ku ji 12 malbatan (derdora 55 kesan) pêk tê. 12 malbat ku piraniya wan jin û zarok in ji Hums, Hema, Idlib û Heleb ber bi warê xwe ve bi rê ketin.

Rêveberiya Xweser hewldanên xwe yên vegerandina bidilxwazî ya koçberan li warên didomîne. Lê hikumeta veguhêz berpirsyariyên xwe li hemberî koçberên li Sûriyeyê bi cih nayîne. Ev yek jî barê li ser Rêveberiya Xweser zêde dike.

(bb)

ANHA