Ji bo 3 hezar mamosteyan bernameya havînê
Li Kantona Firatê ji bo 3 hezar mamosteyan bernameya xwendin û nîqaşkirina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan hat amadekirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Kantona Firatê, ji bo 3 hezar mamosteyan beranmeya betlaneya havînê derxist.
Li gorî bernameyê li Kobanê, Eyn Îsa û bajar-bajarokên din komên mamosteyan hatine diyarkirin. Her komek wê di betlaneya havînê de parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin.
Di çarçoveya bernameyê de heta niha 225 mamosteyan beşa 5’an a paraznameyê ya bi navê, “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî de/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” xwendiye.
Xwendina komên din ên mamosteyan jî berdewam dikin. Piştî xwendinê, dê bi hemû koman re li ser heman naverokê gotubêj werin meşandin.
Endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Rodîn Mihemed derbarê mijarê de agahî dan û got: "Hemû beşên din yên parêznameyê jî wê bên xwendin. Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd têkoşîn dike û li ber xwe dide. Bi vê ramanê bersiva hêzên hegemon û dagirker tê dayîn, rêya çareseriyê tê nîşandan. Bi saya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalane jin îro gihiştiye fikir û jiyana azad.”
Rodîn Mihemed destnîşan kir ku pêwîstiya wan pir zêde bi xwendina vê parêznameyê heye û wiha dom kir: “Pêwîste em baş bixwînin, ji ber ku rêya çareseriya aloziya Suriyeyê ku 13 sale didome jî nîşan dide.”
(a)
ANHA