Ji eniyên şer peyamên şervanên Ereb

Şervanên ji pêkhateya Ereb ên li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê peyamên domandina berxwedanê dan û got ew tola hevalên xwe yên şehîd hiltînin û bi bawerî û moraleke mezin ber bi armancên xwe ve diçin.

Ji eniyên şer peyamên şervanên Ereb
31 kanûn, 2024   13:46
KOBANÊ

Ji qadên şer û berxwedanê yên ji Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên ji pekhateya Ereb peyam dan.

Şervanan diyar kir ku dê heya dawiyê di çeperan de li hember dagirker û çeteyan şer bikin û wê erkên xwe yên parastina gel û heremê bi awayekî xurt bînin cih. Şervanan sala nû li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî hevrêyên xwe yên şehîd, hevalên xwe yên di çeperan de û li tevahî gel pîroz kir.

Şervanê QSD'ê Metîn Minbic ji bajarê Minbicê ye, diyar kir ku ew li hember hêzên ku êrişan li ser heremê pêk tînin, disekinin û got: “Ev zêdetirî 16 roj e me dest bi Pêngava Şehîd Ezîz Ereb Minbic kiriye. Em li hember çeteyên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine şandin, şer dikin. Em nahêlin heremên me dagir bikin, ji ber vê jî bi awayekî pir xurt bi pêş ve diçin. Dibe ku me hin heval şehîd û birîndar jî dan, lê em bi bawerî û moraleke mezin ber bi armancên xwe ve diçin.”

Metîn Minbic şehîdên pêngavê bi rêzdarî bi bîr anîn û wiha dom da axaftina xwe: “Em hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr tînin û em ê tola wan hilînin. Hevalên me yên şehîd dê her tim di bîra me de zindî bimînin. Em ê wan di dilê xwe de bidin jiyandin. Em ji bo hevalên ku birîndar bûne şîfayê dixwazin.”

Şervanê QSDˈê Rustem Rojava ji bajarê Dêrazorê ye, cihê xwe di Pêngava Şehîd Ezîz Ereb Minbic de digire û got: “Em niha li Bendava Tişrînê ne, em di gundê Qişlê û gundên din de li hember çeteyan di pevçûnê de ne. Heval niha di gundê Qişlê de ne, her wiha pevçûn didomin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber hêza me neçar mane û tirseke mezin di dilê wan de çêbûye, ji ber vê jî bi paş ve dikişin. Şer bi vî awayeyî dimeşe. Ez li vir giştî hevalên xwe yên di çeperên şer de silav dikim û berxwedana wan jî pîroz dikim.”

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Diyar Minbic jî cihê xwe di Pêngavê Şehîd Ezîz Ereb Minbic de digire, bi van gotinan qala berxwedana li wir a li hemberî çete û dagirkeran kir: “Di encama pevçûnên li hemberî çeteyên dewleta Tirk a li gundên derdora Minbicê, gundên Hec Hisên û Hec Hisênê Mezin hatin rizgarkirin. Piştî rizgarkirina van her du gundan, çeteyan hewl da bikevin nava çeperên me. Me li pêşiya çeteyan girt û 6 çete ji wan ceza kirin û çeteyên din jî neçar man û ji wê derê reviyan. Niha jî em 5 km ji bajarê Ebû Qelqel dûr in.”

Diyar Minbic da zanîn ku dê gund bi gund rizgar bikin û bi vî awayî pêş ve biçin, heya bigehêjin bajarê Minbicê.

(bb)