Li Lîbyayê cara yekem jinek bû şaredar

Li Lîbyayê cara yekemîn e jinek dibe şaredar. Zaîra El Meqtûf bû şaredara bajarê Zaltan ê welêt.

Li Lîbyayê cara yekem jinek bû şaredar
31 kanûn, 2024   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Lîbyayê bi daxuyaniyekê serketina jina bi navê Zaîra El Meqtûf ji bo şaredariya bajarê Zaltan ragihand.

Komîseriyê diyar kir ku serketina Zaîra El Meqtûf pêşketina nûneratiya jinan di rêveberiyê de nîşan dide.

Komîseriyê serketina Zaîrayê wek "encama hewldanên hevpar ên jinan û piştevaniya wan a bi Komîseriya Bilind a Hilbijartinan re" nirxand.

Komîseriyê daxuyand ku hilbijartin bi beşdariya çavdêrên navneteweyî bi awayekî şefaf bi rê ve çûne.

30ˈê Kanûna îsal hilbijartin li Nivîsgeha Rêveberiya Hilbijartinan a li peravên rojavayê Lîbyayê pêk hatin. Di encamê de Zaîre El Meqtûf baweriya endamên meclisa şaredariyê bi dest xist.

(bb)