Ji Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser hişyarî

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê xeteriyên domandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bendava Tişrînê hişyarî da û diyar kir ku ger êriş dewam bikin wê keraseteke jîngeh û mirovî çêbibe.

Ji Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser hişyarî
16 ÇILE, 2025   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî encamên hilweşîna Bendava Tişrînê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker de, bi daxuyaniyekê, hişyarî da. 

Desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagiker ev 40 roj e Bendava Tişrînê topbaran û bomebaran dike. Li hember wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke destanî nîşan raber dikin. Desteyê destnîşan kir ku her çiqas bang li rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor û UNICEF`ê kiriye ku destwerdanê bikin û bendavê ji êrişan biparêzin, lê dewleta Tirk a dagirker di êrişên dijî bendavê de dewam dike.

Di daxuyaniya desteyê de hat gotin ku ji bo ku kehrebe qut nebe careke din ew bang li saziyên têkildar dikin ku demildest destwerdanê bikin, serdanên xwe zêde bikin, ji ber ku zirar li binesaziya bendavê yê di bin avê de bûye û divê bên sererastkirin, divê tîmên pispor derbas bibin bendavê keşf bikin û zirarên di encama êrişan de bûne, bizanin. 

Di dawiyê de desteyê hişyarî da ku eger êrişên li ser bendavê bidomînin wê bi xwe er encamên jîngehî û mirovî yên keraset bînin.

(şx/fr)