Ji bo vegera koçberên Efrînê divê garantiyên navneteweyî bêne peydakirin

Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Helebê xwest ku ji bo vegera koçberên Efrînê garantiyên navneteweyî bêne peydakirin. PYD`ê Ji desthilata Şamê jî xwest ku berpirsyayriyên xwe der barê gel de pêk bîne.

Ji bo vegera koçberên Efrînê divê garantiyên navneteweyî bêne peydakirin
9 sibat, 2025   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa PYD`ê a Helebê derbarê bûyerên vê dawiyê yên li Efrînê qewimîn, daxuyaniyek da û xwest ku  ji bo vegera koçberên Efrînê garantiyên navneteweyî bêne peydakirin

Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisa PYD`ê li Helebê Ferîha Ehmed û rêveberê meclisa ciwanan ya PYD`ê Xelîl Mihemed ve li parka şehîdên Efrînê ya taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin şerê domdar yê li Sûriyeyê ku bi salan e berdewam e û bûye sedema mirina bi hezaran kesan. Her wiha bal kişand ser kiryarên koçberiya bi darê zorê û guhertinên demografîk.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser revandina ciwanên Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirkyeyê ya dagirker ve û bêdengiya desthilata Şamê  ku ji bo parastina sivîlan ti tedbîr negirtine.

Meclisa PYD`ê a Helebê di daxuyaniyê de xwest ku ji bo vegera koçberên Efrînê garantiyên navneteweyî bêne peydakirin û ji destilata Şamê xwest ku berpirsyariya xwe li beramberî gel pêk bîne û helwestek tund derbarê binpêkirin û komkujiyên li dijî gelê Efrînê, nîşan bide.

(k)