Ji bo rast fêmkirina banga Rêbertî çarçoveyeke dîrokî û nezarî - Sînan Cûdî

Ji bo rast fêmkirina banga Rêbertî çarçoveyeke dîrokî û nezarî - Sînan Cûdî
28 sibat, 2025   13:09

Duh anku 27’ê Sibatê me hemûyan li banga dîrokî ya Rêber Apo guhdar kir. Li qadên çar aliyên Kurdistanê bi sed hezaran mirov ji bo dîtin û guhdarkirina Rêbertî li hev kom bûn. Her çi qas dewsên salên tijî berxwedan û êş di rûyê Rêbertî de xwe nîşan dabe jî hêz û biryardariya wî ji çavên wî xuya dibû. Bê guman ji bo gelê me û dildarên PKK’ê dîtina Rêbertî cihê kêfxweşî û şanaziyê bû.

Jixwe ev demek bû çavê her kesî li Îmraliyê bû. Her kesî mereq dikir ku Rêbertî çi bêje û çi peyamê bigihîne me. Nameya Rêbertî ya bi destê xwe nivîsîbû, ji aliyê Şandeya Îmraliyê ve di weşanê zindî de hat xwendin.

Di esasê xwe de ev ne tenê peyamek bû. Nirxandina dîrokekê û perspektîfeke siberojê bû. Gelek fikrên hişk û qelibî dibe ku naveroka vê peyamê cuda nirxandibe anku gelek hene ku hewl didin û hewl bidin peyamên tê de li gorî fikir û berjewendiyên xwe şîrove bikin.

Bê guman mêjî û armanca her kesî cuda ye û dikarin li gorî xwe binirxînin. Lê em wekî wan nekin û hevok bi hevok hewl bidin wê peyama dîrokî binirxînin. Dê ka em binêrin ev peyam bidawîkirina têkoşînê ye yan destpêkirina merhaleyeke nû ye ku hemû jiber û fikrên hişk ji hev xistine.

Ez ji dawiyê dest pê bikim. Ez dixwazim balê bikişînim ser dîroka nivîsandinê. Ji destnivîsa Rêbertî fêm dibe ku ev daxuyanî ne îro, di dema serdana şandeyê de lê belê beriya du rojan anku 25’ê Sibatê hatiyê nivîsandin û duh teslîmî heyetê hatiye kirin. Yanî ne wekî hinekan ku dibêjin Rêbertî li gorî axaftin û nêrînên heyetê difikire û biryarê dide. A din Rêbertî jî israr nekiriye ka ev peyam bi deng û dîmên bê weşandin an na. Jixwe ji wêneyê xuya dibe ku ev daxuyaniya li Îmraliyê hatiyê dayîn, îhtimaleke mezin wek vîdeo hatiye kişandin da ku bigihînin cihên pêwendîdar ku gumanên wan ên li ser vê daxuyaniyê nemînin. Lê xuya ye dewleta Tirk nehiştiye ev vîdeo bê parvekirin, lê ne xem e, tiştê girîng me Rêber Apo dît û em dizanin çi dike.

Ez tebîniyekê parve bikim; belkî gelek kes nizanin lê li Îmraliyê 3 girtiyên din hene ku navên wan jî Hamîlî Yildirim, Omer Xeyrî Konar û Veysî Aktaş e. Di wêneya parvekirî de jixwe wan jî cihê xwe girtiye. Ev demek e ev her sê kadroyên PKK’ê li Îmraliyê bi Rêber Apo re dimînin. Bi rola alîkarên Rêbertî tev li xebat û projeyên Rêbertî dibin.

Wekî din hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, parlamenterên Stênbolê Sirri Sûreya Onder, Cengîz Çîçek, ya Wanê Pervîn Buldan û parêzerê Bûroyê Hiqûqê ya Sedsalê Faik Ozgur Erol jî di wê wêneyê de cihê xwe girt. Kesên di vê wêneyî de cih digirin, di pêvajoya pêşiya me de rolekê bigirin ser milê xwe û ji bo pêkanîna peyamên Rêbertî.

Em derbasî naveroka daxuyaniyê bibin.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk, destpêkê qala sedemên derketin û pêşketina PKK’ê dike. Du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema Şerê Sar ê ku mirovahî gelek êşandibû, tîne bîra me û bi bilindbûna netewedewletan û siyasetên dewletan ên li ser nîjadekî, çîn û gelên din ên bindest çawa înkar dikirin, vedibeje û li ser zêde dike; “Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.” Jixwe xwînerên me yên bi nezariya PKK û Rêber Apo re eleqedar in, ew pêvajo di parêznameyên Rêbertî de xwendine û baş serwext in.

Ya muhîm û divê baş bê fêmkirin, di eslê xwe de şert û zirûfên avakirina PKK’ê û xisletên ku li ser tesîr kiriye ye. Aliyekî Şerê Sar û di belavbûna netewedewletan de rol lîstiye, Sovyeta berê bû ku wek Sosyalîzma Pêkhatî tê binavkirin, salên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di cîhanê de têkildarî diyarkirina çarenûsa gelan roleke bitesîr lîst.

PKK jî di nava van deman de û li ser esasê nezariya wê xwe saz kir wek gelek partiyên çepgir û sosyalîst ên wê demê. Lê dema Sovyet di sala 1990’î de hilweşiya jî aliyê din ê Şerê Sar û guhartinên li ser dewletan ava kir, ji gelek aliyan ve baş nehat tehlîlkirin. Hê beriya hilweşandinê Rêbertî rexne li vî nîzama pêkhatî dikir û hewl dida di stratejiya tekoşînê de guhartinekê bike. Agirbesta yekalî ya 1993’yan, di eslê xwe de bersivdayîna van rastiyan bû. Li gorî guhertin û veguhertina nîzama cihanê û bi pêşketinê nirxên demokratik diviyabû PKK’ê jî xwe biguheranda. Lê dema baskên dewletê yên di înkar û îmhayê de bi israr bûn, ev merhelê têk bir, şer û hebûna PKK’ê jî bi dubare be jî neçar ma berdewam bike.

Ji 1993’yan heta 1998’an şer, bi awayekî pir dijwar li seranserê hemû Kurdistanê hat meşandin. Rêbertî sala 1998’an ji bo guherîn û veguherînê kir sala amedakariyê. Ji ber ku di dawiya salê de dê kongreya 6’emîn a PKK’ê bihata lidarxistin û ji gelek aliyan ve dê guhartin bihata çêkirin. Giredayî van pêvajoyên guherînê Rêbertî 1’ê Îlonê agirbesteke din îlan kir ku ev jî bi pêşniyarên hin baskên di nava dewletê de biryara wê hatibû dayîn. Lê dîsa hêz û derdorên dixwest şer bigihêje şerekî di navbera gelan de, bi komploya 9’ê Cotmehê bersiv da Rêbertî. Jixwe ev merhele jî bi dîlgirtina Rêbertî ya 15’ê Sibatê 1999’an bi encam bû.

Lê Rêbertî di zindanê de ew lîstok jî pûç kirin û bangewaziya paşvekişandina gerîlayan ji bakurê Kurdistanê û agirbesta yekalî îlan kir. Bi vî şeklî dixwest pêşiya şerekî di navbera gelan de bigire û ji bo demokratîkbûna komarê derfeteke mezin ava dikir. Nedixwast tekiliyên Kurd û Tirkan ên hezar salan xira bibin û li hemberî destwerdanan di nava tifaqê de bimînin.

Jixwe di sala 2000’î e meha Çileyê, PKK’ê di kongreya xwe ya 7’emîn de stratejiya xwe jî guhart. Stratejiya berê bi navê “Şerê Gel ê Demdirêj” bû. Lê piştî vê kongreyê stratejiya xwe kir “Stratejiya Têkoşîna Siyaseta Demokratîk”. Armanc ji vê stratejiyê ew bû ku zîhniyet û siyaseta faşîst a kolonyalîst-jenosîd were guhertin û hebûna Kurdan û mafên neteweyî bên qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê demokratîkbûna bi têkoşîna siyasî ya demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd wek parçeyekî bingehîn ê vê demokratîkbûnê nirxand.

Dema stratejî bi vî şeklî hat aşkerakirin, li ser hebûna PKK’ê jî nîqaşan dest pê kir û Rêbertî got divê em têkoşîna xwe ya ku bi pêşengiya PKK’ê dikin jî biguherînin. Lewma di kongreya 8’emîn a PKK’ê de ku 4’ê Nîsana 2002’yan li hev kom bû, biryar da û got me PKK fesih kiriye. Li şûna PKK’ê KADEK (Kongreya Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê) hat îlankirin.

Em lê binêrin; di 1999’an de şer hat rawestandin, di 2000’î de stratejî hat guhartin û di 2002’yan de jî PKK’ê xwe fesih kir. Anku di destê dewletê de çi hacet nema ku bêje ez nikarim bi rêya demokrasiyê pirsgirêka Kurd çareser bikim. Lê şert û zirûfên Rojhilata Navîn û cîhanê yên wê demê û plansaziyên hêzên mezin ên cîhanê piştgirî nedida vê pêvajoyê. Dixwestin Kurd di hemû dewletên lê dijîn de bibin sedema şer û pirsgirêkan da ku bikarin li Rojhilata Navîn û cîhanê nîzama xwe baştir bidin rûniştandin.

Beşeke peyamê Rêbertî heye ku siyaseta dewleta Tirk a sedsalên 19 û 20’an çawa şekil digire û hêzên navneteweyî çi armanc dikin, vêdibêje; “Du sed salên dawîn ên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtiye. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê lezgîntir bûye.”

Dema ev nirxandin bû esas û mafên Kurdan bi mijûlkirinê xwestin winda bikin, Tevgerê Azadiyê Kurdistanê ku xwe bi navê Kongra Gel ji nû ve bi rêxistin kiribû, biryar da ku 1’ê Hezîrana 2004’an careke din desp bi şer bike, ji ber ku pêşiya siyasetê hatibû girtin. Û dema şerê gerîla careke din dest pê kir, hebûna PKK’ê jî careke din ket rojevê. Lewma di 4’ê Nîsana 2005’an de kongreyek bi navê ji nû ve avakirina PKK’ê hat lidarxistin û serdema PKK’ê ya duyemîn dest pê kir.

Jixwe di peyamê de Rêbertî balê dikşîne ser van sedeman jî; “PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û şîdetê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û piştgirî girt.”

Bi gotineke din, ji destpêkê heta îro PKK’ê tenê dixwest bi rêya şewazê demokratîk têkoşîna mafên Kurdan bike. Ger em dema koma Apociyan jî lê zêde bikin, heta derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê ya 12’ê Îlona 1980’yan, PKK li dijî dewletê rêbaza çekdarî hilnebijartiye. Tenê xwestiye bi awayekî azad rastiya Kurd û Kurdistanê nîqaş bike û balê bikişîne ser mafên Kurdan; bê guman bi awayekî çepgirî û şoreşgerî.

Lê tundiya li ser gelê Kurd hatiye meşandin, siyaseta komkujî û qirkirinê ya dewletê hiştiye ku PKK her ku biçe radîkaltir bibe. Di şerê deh salên dawîn de jî xuya bû ku şer tenê dijberê xwe xurttir dike û bi vî şeklî tundî û asta şer her ku diçe bilintdir dibe. Ji vê şewazê kesekî ku bikare bi ser bikeve tune ye. Lewma di eslê xwe de Rêbertî destnîşan dike ku ger dewleta Tirk siyaseta şer berde, hingî jixwe zemînê ku PKK di nav de bilind dibe û asta şer bilind dike jî dê ji holê rabe.

Lewma dibê berêpêşî qadeke siyasî ya demokratîk bê afirandin ku şewazê şer û çekan bikare raweste. Gelê Kurd dixwaze nasnameya wî bê naskirin, ramanên xwe bi awayekî azad bîne ziman, birêxistinbûna xwe ya demokratîk çêke û ji bo hemû pêkhateyan jî mafên civakî, aborî û siyasî bi dest bixe. Ji bo vê netewedewletek, federasyonek, xweseriyeke îdarî yan çandî ku di dawiyê de bi nîjadperestiyê têr dibe, naxwaze. Çawa ku bi hezaran sal e bi gel û civakên derdora xwe re di nava hev de bi awayekî aştiyanê jiyaye, dîsa li gorî sosyolojiya civaka dîrokî vê bi dest bixe. Jixwe tiştê di pratîka herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê meşandin jî, vê nêrîn û daxwazê îspat dike û şênber dike.

Erê muxatabê banga Rêbertî dewleta tirk e. Ji ber ev sed sal in bi siyaseta qirkirin nikare bi Kurdan û divê êdî vê paradîmayê biguherîne û tev li çanda demokrasiyê bibe. Ger dixwazin yekîtî di navbera gelan de hebe û bi hev re jiyankirin berdewam be wê çaxê ji demokrasiyê pê ve tu rêyekî din nîne. Lewma Rêbertî dibêje “Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.”

Bi kurtasî Rêbertî dibêje madem Baxçelî û Erdoxan û partiyên din nêzîkatiyên erênî vê derbarî de nîşan didin wê çaxê “Ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.”

Yanî ger di dewsa şerê çekdarî de rêbazê demokratîk bê hilbijartin va gava awil jî ez diavêjim û hacetên di destê dewletê de heyî jî ji wan distînim dibêje. Lê di vir de tebiniyê Rêbertî ya ku gihandibû Heyeta Îmraliyê dikeve dewrê de; Ev perspektîf encex dikare bi serêrastkirinên qanûnî û hiqûqî misoger dibe.

Çi ne ev serêrastkirin? Destûrê bingehîn a Komara Tirk de hemû xalên ku hebûna kurdan tûne dihesibîne û dîsa di pêşiyê mafên gelê kurd û siyaseta demokratîk de astengî çêdike, divê bên rakirin. Hiqûqa şexsî ya ku ji bo Rêber Apo hatiyê sazkirin jî divê bên rakirin û bihêlin ku Rêbertî ji mafê hêviyê sûdê werbigre. Ger dewlet van gavan biavêje, hingî ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo Sûriyê, ji bo Iraq û ji bo Îranê jî Kurdan nabin tehdidekî li dijî serweriya dewletê, lê dibin hemanekî demokratîk a wê welatî.

Bê guman PKK û rayedarên Tevgera Azadiya Kurdistanê beriyê vê daxuyaniyê dilsoziya xwe bi peyam û projeyên Rêbertî re nîşan daye. Anku ji hemû aliyan nêrîn hatiye girtin û li ser vî esasî Rêbertî bang kiriye. Lê helbet wekî Rêbertî destnîşan kir divê PKK kongreya xwe kom bike û biryarê xwe bide. Di şert û zirûfên hewldanên dagirkeriyê yên heyî de, şerekî bêeman ê li deşt û çiyayên Kurdistanê de bê guman komkirina kongreyê jî dê zehmet be. Lewma ji bo biryara çekdanîn an fesihkirina PKK’ê jî divê dewlet tiştên dikeve ser milê xwe bike. Nexwe ne PKK û ne jî kesekî din qebûl nake wekî serdema paşvekişîna 1999’an bi hezaran gerîla bên şehîdkirin. Agirbestekî dualî nebe ev ne mimkun e.

Jixwe em di vê serdema têkoşînê de dewleta Tirk baş dişopînin û dizanin ku ne bi zorê anku têkoşîna me, tu caran gavan naavêje. Lewma di eslê xwe de têkoşîn nû dest pê dike. Ger em dixwazin aştiyeke mayînde û misoger çêbe, her yek ji me divê xwe berpirs bibîne û heta niha çawa tev digere û tê dikoşe, jê zêdetir di nava liv û tevgerê de be.

Rêber Apo ev 50 sal zêdetir e kêlî bi kêlî azadiyê dihûne. Ji bo me hemûyan tê dikoşe. PKK’ê heta îro em parastine. Ruxmî şert û zirûfên pir zehmet jî ji bo nirxên me yên mirovî û gel bên parastin, tiştê ji dest hatiye kiriye. Lewma êdî dor dora me ye. A niha dem dema parastina van nirxan e. Dem dema parastina hêvî, xeyal û daxwazên şehîd û fedaiyên me ye.