Ji bo pêşîgirtina fitneyan Kongra Star serdana pêkhateyan dike

Meclisa Kongra Star a taxa El Tay ya bajarê Qamişlo, têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên derxistina fitneyan, serdana malbatên Ereb û Kurd kirin.

14 ÇILE, 2025   16:35
QAMIŞLO

Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê, li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çêbûn ku di navbera pêkhateyan de fitneyê derxin. Armanca jî projeya Rêveberiya Xweser û mozaîka gelan têk bibin.

Meclisa Kongra Star a taxa El Tay ya bajarê Qamişlo, têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên derxistina fitneyan li herêmên Rêveberiya Xweser serdana malbatên Ereb û Kurd kirin.

Revebera Meclisa Kongra Star a taxa El Tay ya Qamişlo Yasemîn Îsa, têkildarî serdanên pêkhateyan û xebatên Kongra Star ji ajansa me (ANHA) re axivî.

Yasemîn Îsa da zanîn ku wek Meclisa Kongra Star, wan di sersalê de dest bi serdana malbatên pêkhateyan kiriye û destnîşan kir ku ew li hember kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên derxistina fitneyan, serdana malên gel dikin û rewşên siyasî, civakî û şerê taybet şîrove dikin.

Yasemîn Îsa di dawiyê de anî ziman ku ew ê serdanên xwe yên mal bi mal bidomînin.

(bm)

ANHA