Rêvberiya Xweser alîkariyê li koçberên Efrînê belav dike

Rêvberiya Xweser li kantona Cizîrê bi hemahengiya Meclisa bajarê Hesekê alîkariyê li koçberên Efrînê belav dike.

14 ÇILE, 2025   16:16
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê bi hemahengiya Meclisa bajarê Hesekê alîkariyê li koçberên Efrînê û Şehbayê belav dikin.

Rêveberiya Xweser li gorî derfetên ku di destê wan de heyî alîkariya koçberên Efrînê dikin. Li wan  paketên xwarinê û pêdiviyên din, di nav de şîrê zarokan jî, li ser hemû malbatên ku di penagehan de dimînin tên belavkirin.

Pêvajoya belavkirinê bi rêya komîteyên, wek keclîs û komîn tê meşandin.

Têkildarî belavkirina alîkariyan li ser koçberên Efrîn û Şehbayê, endamê komîteya Aborî ya bajarê Hesekê Ebdulkerîm Siweleh ji ANHA'ê re axivî.

Siweleh diyar kir ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Şehbayê koçberên Efrîn û Şehbayê neçar man ku derbasî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.

Siweleh wiha got: "Erka me jî pêşwazîkirina koçberan bû. Meclisa bajarê Hesekê koçberên Efrînê pêşwazî kirin. Meclisê selikên xwarinê û pêdiviyên cûrbecûr, di nav de şîrê zarokan û pêdiviyên bingehîn, li ser malbatan belav kirin."

Siweleh destnîşan kir ku mazot jî li ser malbatên koçber hat belavkirin. Ji bo 5 rojan ji her malbateke re  25 liter mazot tê dayîn. Meclisê komîteyek ji amara koçberan bigirin ava kiriye ku kartan bidin wan û alîkarî bi awayekî hêsan li wan werin belavkirin."

 (zş/fr)

ANHA