Ji bo mîtîngên 15’ê Sibatê bangên tevlêbûnê

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan wê 15’ê Sibatê mîtîng werin lidarxistin. Şêniyan û aliyên têkildar ji bo tevlêbûna mîtîngan bang kirin.

Ji bo mîtîngên 15’ê Sibatê bangên tevlêbûnê
13 sibat, 2025   13:07
QAMIŞLO

Bi minasebeta salvegera 26’emîn a komploya navneteweyî ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn û ew radestî dewleta Tirk a dagirker hatibû kirin, wê li Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê mitîngên şermezarkirinê bên lidarxistin.

GIRKÊ LEGÊ

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî wê 15’ê Sibatê mîtîngek li Qada Şehîd Xebat a li bajarê Girkê Legê were lidarxistin. Hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Atif Sebrî diyar kir ku meclis der barê girîngiya beşdariya çalakiyên şermezarkirina komployê de civînan ji gel re li dar dixe.

Atif Sebrî bi bîr xist ku komploya navneteweyî bi rê û rêbazên cuda dewam dike û got, ji bo têkbirina komployê divê têkoşîn were xurtkirin.

Hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Atif Sebrî bang li tevahî şêniyên bajarê Girkê Legê û gundên wê kir ku beşdarî mîtîngê bibin.

AMÛDÊ

Li bajarê Qamişloyê jî wê mîtîngekeke navendê bi beşdariya xelkê Qamişlo, Amûdê Tirbespiyê û Til Hemîsê were lidarxistin. Mîtîng wê saet 12.00’an li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê dest pê bike.

Minewer Xalid a ji bajarê Amûdê bang li tevahî şêniyan kir ku beşdarî mîtînga li Qamişloyê bibin û got: "15’ê Sibatê di dîroka gelê Kurd û gelên demokrat de rojeke reş e, lew ra divê her kes tev li mîtîngê bibe."

Ebdulbaqî El Omer yê ji Amûdê jî destnîşan kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike û bang li şêniyan kir ku beşdarî mîtînga 15’ê Sibatê bibin.

Şêniya bi navê Fesla Silêman a ji Amûdê anî ziman ku divê her kes di vê rojê de dengê xwe bike û ev li gotinên xwe zêde kir "Divê di 15’ê Sibatê dengê me bibe yek. Em bi hêvî ne ku ev roj bibe roja azadiya Serok Apo."

(bb)

ANHA

girkê legê

amudê