Ji bo du bajarokên Dêrazorê projeyên ava vexwarinê hatin destpêkirin

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêraozrê li gundewarê rojhilatê kantonê du proje dan destpêkirin, ku ava vexwarinê bigihîne gelek taxên bajarokên Xeranîc û Şeife.

25 hezîran, 2025   16:34
DÊRAZORÊ

Ji bo temamkirina plana jinûve sererastkirin û avakirina torên ava vexwarinê, Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê projeya jinûve sererastkirina xeta avê ya nû da destpêkirin. Armanca vê yekê başkirina xizmetguzariyên avê li bajarokê Xeranîc û gihandina avê ji şêniyan re bi dirêjahiya 13 kîlometreyan e.

Îro tîmên avê li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê dest bi xebata sererastkirina xeta avê ya girêdayî stasyona avê ya Semaa bi dirêjahiya 13 kîlometre li bajarokê Xeranîc, kir.

Wê ev xet, ava vexwarinê bigihîne zêdetirî hezar û 200 mal li taxên bajarok.

Li gorî çavdêrên projeyê, wê tîm di navbera 15 rojan de projeyê bi dawî bikin.

Li bajarokê Xeranîc ê girêdayî bajarê Firatê yê Dêrazorê, 4 stasyonên ava vexwarinê hene, ku avê ji çemê Firatê ji bo bajarok dikişînin.

Li bajarokê Şeife jî Şaredariya Gel û xelkê taxa Siwer a bajarok pestpêşxeriyek hevbeş, ji bo avakirina xeta sereke bi dirêjahiya 400 metre da destpêkirin. Armanca wê yekê av bigihîne taxên Şîfa û Siwerê û wê ava paqij ji stasyona Siwerê ya sereke ji şêniyan re bê peydakirin.

Ev gav, piştî civîna ku Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê beriya çend rojan, ji bo pêkanîna projeyên xizmetguzarî yên 2025’an, pêk tên.

(fr)

ANHA