Ji bo civakeke demokratîk banga pêkanîna ramanên Rêber Ocalan

Rewşenbîran bal kişandin ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan û ev bang kirin: "Ji bo avakirina civakeke demokratîk em ramanên Rêbertî pêk bînin."

Ji bo civakeke demokratîk banga pêkanîna ramanên Rêber Ocalan
30 adar, 2024   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Rewşenbîrên kantona Cizîrê girîngiya pêkanîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan vegotin.

Nivîskar Cemal Çaçan ê ji Qamişlo diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşxisina civakan e û tevahî gel û civakên bindest eleqedar dike.

Çaçan bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de jî û got: " Rêbertî xwedî fikrekî rizgarî ji bo jinan e jî, lê belê pergalên zordest vî fikrî qebûl nakin, ji ber wê komplo li dijî wî pêk anîn û tecrîd li ser wî giran dike da ku rê li ber belavbûna fikrê wî bigirin."

Çaçan bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û tecrîd bi kiryarekî derexlaqî û dermirovî bi nav kir.

Cemal Çaçan piştgirî da tevahî çalakiyên ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tên lidarxistin û bang li tevahî rewşenbîran kir ku ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Nivîskar Hesîna Ehmed jî anî ziman ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan di perwerdekirina civakê û ronîkirina rêya azadiyê de xwedî roleke girîng e.

Hesîna Ehmed got, ji bo têkbirina siyasetên çewisandinê  yên di şexê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî tevahî gelan tên meşandin, divê asta têkoşînê were bilindkirin û ramanên wî werin belavkirin.

Hîndekarê li zanîngeha Rojava Nesîm Şemo diyar kir ku îro ji her demê zêdetir têkoşîn ji gelê herêmê tê xwestin û got: "Rêbertî xwedî çareseriya doza Kurd  û Rojhilata Navîn e û ev jî di perspektîfên wî de xuya dibe.

(mh)

ANHA