Ji bo aşkerakirina sûcên Tirkiyeyê kampanyaya haştagê

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bendava Tişrînê û dijî welatiyên li bendavê ku nobedê dikin, kampanyaya haştagê da destpêkirin.

Ji bo aşkerakirina sûcên Tirkiyeyê kampanyaya haştagê
Ji bo aşkerakirina sûcên Tirkiyeyê kampanyaya haştagê
Ji bo aşkerakirina sûcên Tirkiyeyê kampanyaya haştagê
16 ÇILE, 2025   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berî çend kêliyan şênî û çalakvanên civaka sivîl ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleya haştagê da destpêkirin. Armanc ji kampanyayê ew e ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên ku ji bo parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe li hemberî êrişan li Bendava Tişrînê nobedê dikin, werin aşkerakirin.

Haştag bi zimanên Erebî û Îngilîzî ye û wiha ye:

#Turkey_Destroys_Tishrin_Dam_and_Kills_People

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di êrişa dijî Bendava Tişrînê de komkujî, pêk anîn, şehîd û birîndar çêbûn.

(mh/fr)