Ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin

Şervanê QSD′ê şehîd Qendîl Şedadê (Ehmed Şihab) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hat oxirkirin. Di merasîmê de şehîd Xelîl Hemîd jî hat bibîranîn.

Ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
18 kanûn, 2023   14:45
HESEKÊ

Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Qendîl Şedadê (Ehmed Şihab) ê 15′ê Kanûnê li bajarê Hesekê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir kir. 

Di merasîmê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xelîl Hemîd hat bibîranîn ku 14′ê Mijdarê li Hesekê şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Osman sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd ji bo parastina xak û destkeftiyên şoreşê canê xwe feda kir. Şehîd Ehmed Şihab pêşengehekî leheng bû û mînaka lehengiyê bû."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Ziyad Hesekê jî axivî û soza tolhildan şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Qendîl Şedadê bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA