Ji 4 bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket

Komeke din a gelê kantona Cizîrê ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibe, ber bi Bendava Tirşînê ve bi rê ket.

Ji 4 bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
Ji 4 bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
Ji 4 bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
Ji 4 bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
Ji 4 bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
3 adar, 2025   09:30
QAMIŞLO

Ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê yên kantona Cizirê komeke din ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibe, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Gel piştî ku li nuqteyên kombûna erebeyan hatin gel hev, bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Tişrînê meşiya.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê, ji 8’ê Çileyê ve nobetê digire.

Çalakiya nobetê di roja 55’an de bi koma ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê dewam dike.

(bb)

ANHA

çil axa