Îtalyayê peymana tevkariya leşkerî ya bi Îsraîlê re sekinand

Îtalyayê peymana hevkariya leşkerî ya bi Îsraîlê re rawestand û banga dan û standinan li DYA û Îranê kir.

Îtalyayê peymana tevkariya leşkerî ya bi Îsraîlê re sekinand
14 nîsan, 2026   14:35

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku welatê wê peymana parastinê ya bi Îsraîlê re îmze kiribû, rawestandiye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îtalyayê (ANSA), Giorgia Meloni di çalakiyeke li Veronayê de got: "Ji ber rewşa heyî, hikumetê biryar da ku nûkirina otomatîk a peymana parastinê ya bi Îsraîlê re rawestîne.”

Her wiha xwest dan û standinên di navbera Îran û DYA'yê de dewam bikin û aştî pêk were û Tengava Hurmuzê dîsa were vekirin.

(bb)