Li Zanîngeha Rojava li ser entegrasyonê semînerek hat dayîn

Partiya Yekitiya Demokratîk der barê entegrasyon û pêşketinan de semînerek da. Di semînerê de guhertinên li herêmê û cîhanê hatin nîqaşkirin û xebatên ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de bike hatin nîqaşkirin.

Li Zanîngeha Rojava li ser entegrasyonê semînerek hat dayîn
Li Zanîngeha Rojava li ser entegrasyonê semînerek hat dayîn
Li Zanîngeha Rojava li ser entegrasyonê semînerek hat dayîn
Li Zanîngeha Rojava li ser entegrasyonê semînerek hat dayîn
Li Zanîngeha Rojava li ser entegrasyonê semînerek hat dayîn
Li Zanîngeha Rojava li ser entegrasyonê semînerek hat dayîn
Li Zanîngeha Rojava li ser entegrasyonê semînerek hat dayîn
14 nîsan, 2026   14:43
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişloyê der barê entegrasyon û pêşketinan de semînerek da. Semîner li hola Zanîngeha Rojava pêk hat. Semîner ji aliyê hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso û hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya PYD’ê Sema Begdaş ve hat dayîn. Mamoste û xwendekarên zanîngehê beşdarî semînerê bûn. 

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso der barê pêşketinên li Rojhilata Navîn û herêmê de axivî û wiha got: “Rojhilata Navîn ber bi guhertineke mezin ve diçe. Ev guhertinek pir girîng e. Ev guhertin nû ye, ji bo xwendekaran û ciwanan girîng e. Di vê pêvajoyê de êriş jî hene, hevdîtin jî hene.

Zanîngeh wek stûna civakan tê dîtin, şêwe dide civakê. Ne tenê cihê ku hinek tişt lê tên fêrkirin, pêşeroja civakê ava dike.

Pêvajoyek şoreşê li Rojava çêbû, ev şoreş neqediyaye, şoreş derbasî qonaxeke din bûye, qonaxeke veguhêz e. Sûriye, Tirkiye û tevahî herêm di pêvajoyeke veguhêz de ne. Ji bo vê jî aqil û têgihaştin pêwîst e. Di aliyê siyaseta pêşerojê û projeyê de pir girîng e. Aliyên desthilatdar ên li Rojhilata Navîn hazir in ku koletiyê ji hêzên din re bikin, lê ne hazir in xwe biguherin. Hazir e şer bike, bireve, têk biçe lê ne amede ye ku xwe nû bike. Çima ji ber desthilatdar e. Hişmendiya wî xwe li jor dibîne û çandên din napejirîne. Li herêmê dijminên demokrasî, vîna gelan û azadiyan çêbûne. Ev ji nezaniyê yan jî zanabûnê tê. Ji nezaniyê tê, ji aqilê kevin tê. Armanc çiye; naxwaze bi te re bijî, dixwaze tu kole bî. Hinek jî bi zanabûn dikin ji bo rê li pêşiya çareseriyê digirin.”

Xerîb Hiso diyar kir ku ew di qonaxa entegrasyonê de ne û wiha şîrove kir: “Dibe ku hinek razî ne û hinek ne razî ne. Divê em vê şîrove bikin, em Kurd dema dijminên me lewaz dibin me dikin birayê xwe, dema bi hêz dibin me dikin dijminê xwe. Hêzên navneteweyî dema pêwîstiya wan bi Kurdan çêdibe, qala lehengiya Kurdan dikin. Lê dema qanûnan derdixin mafê gelê Kurd tune ne. Yanî kesek tiştek ji me re nake, em xwe nexapînin. Têkiliyên me bi welatên derdor û cîhanê re hene, lê tenê ji bo hebûna me nas bikin em têkiliyan çêdikin. Ev dewlet ne li pişt me ne, berjewendiyên wan hene. Lê ev nayê wateyê ku em têkiliyên xwe çênekin. Hinek dibêjin ev hêz dixwazin Kurdistanekê çêkin, wê ji ku çêkin? Ev tenê ji bo tunekirina projeya te dibêjin. Hevpeymana 4’ê Çileyê jî beşek ji vê bû. Bernameyek hebû, bername qirkirina Kurdan bû, kesekî jî negot na. Lê me li hemberî vê li ber xwe da. Sekna gelê Rojava û gelê Kurdistanê ev têk bir. Kurdan ji xwe re kir, ya rast jî ev bû. Di encamê de em gihaştin lihevkirina entegrasyonê.

‘ENTEGRASYONA ME YA DEMOKRATÎK E’

Siyaseta dewletên kapîtalîst ew e ku entegrasyonê wek helandina aliyê kêm dibînin. Lê ma gengaz e em bihelin? Em ne wisa nêz dibin. Rêbazeke esasî ye. Ji bo şirîkatiya civakan çêbe, ziman û çanda civakan bê parastin çima em nekin. Lê niha ziman û parastina me, xwebirêxistinkirina me tê parastin. Her wiha vegera efrîniyan e, niha bi awayek rêxistinî û serbilindî vedigerin warê xwe. Gavên baş hene, lê êriş jî li ser me tên kirin. Lê neçarin destûrê biguherin, neçarin demokratîk bibin. Em ê jî di nav de bin. Lewma em hinek gavan diavêjin, ev ne wateya ku em lewaz in. Ji ber em civak in û entegrasyona me demokratîk e. Eger pê lîstin û xirab kirin, wê demê qonaxek xeter dê pêk bê. Em hesabên vê jî dikin.”

‘HINEK ALIYAN ŞANDEYA KURDÎ BÊ BANDOR KIR’

Xerîb Hiso qala girîngiya yekitiya Kurdan kir û got: “Di pêvajoya derbasbûyî de şaşiyên me jî çêbûn, me berdêla wê jî da. Niha dewlet xirab dibin, hinek lewaz bûne û li benda dora xwe ne. Lê em ne li benda xirabbûnê ne, ji ber em civakek in û doza azadiyê dikin. Em niha divê girîngiyê bidin yekrêziya gelê Kurd. Gel dixwaze lê hêzên siyasî hinek dûr in. Me konferansek çêkir û şandeyeke kurdî çêkir. Lê hinek alî ji derveyî şandeyê bi Şamê re hevdîtin çêkir û şande vala derxist. Şam dixwaze me parçe bike. Hinek alî hene heta niha qet qala kongreyek netewî nekirine. Ne berê û ne jî niha. Li ser vê yekê jî şerê taybet tê meşandin. Li pişt vê şebekeyên îstixbaratê hene.”

‘LI ROJHILATA NAVÎN KURD FAKTOREKE SEREKE NE, GUHERTIN BÊYÎ KURDAN NABE’

Hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya PYD’ê Sema Begdaş destnîşan kir ku dema ew qala destkeftiyên şoreşê dikin yekser zanîngeh tên bîra wan û wiha axivî: “Niha piştî vê pêvajoyê em bê hêvî bûne, divê em vê derbas bikin. Komployek navnetewî hebû. Em gelek in ku hertim xwe nû dikin. Tevlîheviyek heye, ji ber em entegrasyonê cuda digirin dest û dewlet cuda digire dest. Me li Rojava beşek erdnîgarî winda kir, lê me yekîtiya Kurdî qezenç kir. Em îro xwedî parastin û çanda xwe ne, divê em vê kêm nebînin. Demê pêş ji me tê xwestin ku em xwe nû bikin, îro guhertinên cîhanî bandorê li me dikin. Kurd faktorek sereke ne, bê Kurd guhertinek çênabe. Divê pêvajoyê baş bixwînin, hûn divê bixwînin. Wê li aliyekî dewlet hebe û li aliyê din civaka demokratîk hebe.”

Piştî axaftinan mamoste û xwendekaran pirs kirin û nêrînên xwe gotin.  Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.