Îsraîlê li tunelekê di navbera Sûriye û Lubnanê de da

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê tuneleke di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kiriye.

Îsraîlê li tunelekê di navbera Sûriye û Lubnanê de da
4 cotmeh, 2024   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê tuneleke di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kiriye ku veguhastina çek û cebilxaneyan di navbera her du aliyan de hêsan dike. 

Balafirên şer ên Îsraîlê înê bi sibê herêma Mesna ya rojhilatê Lubnanê ya li ser sînorê Sûriyeyê bombebaran kir. Di encamê de rêya navneteweyî ya tevgera çûn û hatinê di navbera herdu welatan de rawestiya.

Wezîrê kar û barên xebitandinê yê Lubnanê Elî Hemiye ev agahî piştrast kir.

Hemiye di civîneke çapemeniyê de "îdiayên Îsraîlê" ne rast in û da zanîn ku tevahî bendên kontrolê yên deryayî, hewayî û bejahî yên di navbera Sûriye û Lubnanê de bi bin kontrola "saziyên ewlehiyê yên Lubnanê" de ne.

(mh)