Îsraîlê fermandarekî din ê Hizbullah hedef girt

Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombegbaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê fermandarekî payebilind ê Hizbullah hat hedefgirtin.

Îsraîlê fermandarekî din ê Hizbullah hedef girt
26 îlon, 2024   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya artêşa Îsraîlê îro aşkera kir ku çêkên wê yên asîmanî li başûrê Lubnanê ʹêrişeke sûîqastkirinêʹ pêk anî.

Çavkaniyekî da zanîn ku êrişa li başûrê Lubnanê li dijî fermandarekî payebilind ê Hizbullah bû.

Li gorî dezgehên çapemeniyê jî, di êrişa Îsraîlê de berpirsê yekîneya asîmanî ya Hizbullah ʹEbû Salihʹ hat hedefgirtin.

(fr)