Çeteyan li Cerablusê bazirganek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî kampa Zoxera ya gundewarê bajarê Cerablusa dagirkirî bazirganek revand.

Çeteyan li Cerablusê bazirganek revand
26 îlon, 2024   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî kampa Zoxera ya gundewarê bajarê Cerablusê yê dagirkirî bazirganê bi navê Ednan Kidêle ber bi cihekî nediyar ve revand. Aqûbeta Kidêle heta niha jî nediyar e.

Bajarê Cerablusê ji 2016'an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan di bin gefa çekan de Kidêle revand û erebeya wî şewitand.

Li herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin ji ber nebûna ewlehiyê sûcên revandinê zêde dibin.

(mh)